Şehîdên meha Gulanê li Hannoverê hatin bîranîn
Li Hannoverê bi pêşengiya NAV-DEM'ê şehîdên Meha Gulanê hatin bîranîn.
Li Hannoverê bi pêşengiya NAV-DEM'ê şehîdên Meha Gulanê hatin bîranîn.
Li bajarê Hannoverê yê Elmanyayê bi pêşengiya NAV-DEM'ê ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê çalakiyek hate lidarxistin. Çalakiya ku gelek kes tevlî bûn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.
Hevserokê KON-MED'ê Tahîr Koçer li bîranînê axivî û got, "Em, gelê Kurd ê welatparêz hêza xwe ji şehîdan werdigirin. Her roj bi gavên hîn xurtir ber bi azadiyê ve diçin. Em di wê baweriyê de ne ku Kurdên li Ewropayê em ê têkoşîna xwe mezintir bikin û bi ser bixînin."
Hevserokê Meclîsa Hannoverê Xoşnav Ata piştre axivî û got, "Gelê Kurd, ji heft heta heftê salî divê ji vê têkoşînê bawer bike û ya jê tê bike. Şehîdên me ji bo welatekî ji jiyaneke azad ji me re bihêlin canê xwe feda kirin. Ya ku dikeve ser milê me jî ew e ku xwedî li têkoşîna wan, xwedî li bîranînên wan derkevin."
Di kombûnê de malbatên şehîdan jî axivîn û destnîşan kirin ku divê ew têkoşînê mezin bikin.
Di kombûnê de ku li nirxandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser şehîdên meha Gulanê hate guhdarîkirin, hunermend Seyda Perînçek jî hunera xwe pêşkêş kir.