Şehîdên Meha Cotmehê li Oldanbûrgê hatin bîranîn
Ji bo Şehîdên Meha Cotmehê li Oldenbûrgê bi tevlêbûna bi dehan Kurdaniyan, merasîma bîranînê hat lidarxistin.
Ji bo Şehîdên Meha Cotmehê li Oldenbûrgê bi tevlêbûna bi dehan Kurdaniyan, merasîma bîranînê hat lidarxistin.
Li bajarê Oldenbûrg ê Elmanyayê bi merasîmekê, di şexsê Şehîdên Tunelên Berxwedanê û fedaiyên Mêrsînê Rûken û Sara de, Şehîdên Meha Cotmehê hatin bîranîn.
Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) û Meclîsa Jinan a Şehîd Zelal, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk bîranîn li dar xist û gelek Kurdistanî tevlî bîranînê bûn.
Merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Li ser navê KOMAW û NCKD’ê axaftin hatin kirin. Hat diyarkirin ku gerîlayên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk hatin qetilkirin û Şehîdên Meha Cotmehê, li dijî xiyanet û teslîmiyetê heta guleyên xwe yên dawîn şer kirin û şehîd bûn. Soza bilindkirina têkoşîna wan hat dayîn.
Merasîm piştî temaşekirina sînevîzyonê, bi dawî bû.