Şehîdên Meha Cotmehê li Lîegeyê hatin bibîranîn

Li Lîegeyê bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Şehîd Ronahî û KOMAW’ê, Şehîdên Meha Cotmehê bi merasîmekî girseyî hatin bibîranîn.

Şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) a sembola berxwedanê ya jinan a li dijî xiyanetê, di salvegera 30’emîn a şehadeta xwe de li bajarê Lîege yê Belçîkayê hat bibîranîn. Merasîma bibîranînê, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hat lidarxistin. Di bibîranînê de quncikek ji bo şehîdan hat çêkirin.

Bibîranîna ku ji aliyê Meclîsa Jinan a Şehîd Ronahî û Komeleya Malbatên Şehîdan-KOMAW’ê ve hat organîzekirin, piştî axaftinan, bi berzkirina dirûşma “Şehîd namirin“ bi dawî bû.