Şehîdên Komkujiya Parîsê li Freîbûrgê hatin bibîranîn
Şehîdên Komkujiya Parîsê li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê bi çalakiyeke hatin bibîranîn.
Şehîdên Komkujiya Parîsê li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê bi çalakiyeke hatin bibîranîn.
Kurdistaniyên ku bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Nûda li navenda bajêr li hev civiyan, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di sala 2013’an de hatin qetilkirin û Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ên di sala 2022’an de li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin bi bîr anîn.
Kurdistaniyan bêdengiya dewleta Fransayê ya li hember komkujiyan protesto kirin û daxwaza xwe ya ronîkirina komkujiyan dubare kirin.
Çalakî bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî.