Şehîdên Komkujiya Parîsê li Edînbûrghê hatin bîranîn
Şehîdên Komkujiya Parîsê li Edînbûrghê hatin bîranîn û bêdengiya dewletên Ewropayê hate şermezarkirin.
Şehîdên Komkujiya Parîsê li Edînbûrghê hatin bîranîn û bêdengiya dewletên Ewropayê hate şermezarkirin.
Li paytexta Skoçya Edînbûrghê şehîdên Komkujiyên Parîsê Sakîne Cansiz (Sara), Leyla Şaylemez (Ronahî, Fîdan Dogan (Rojbîn, Emîne Kara (Evîn Goyî), Abdûrrahman Kizil û M. Şîrîn Aydin (Mîr Perwer) hatin bîranîn.
Bîranîn li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê destpê kir.
Gelek kes tevlî bîranînê bûn û dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo", "Terorîst Erdogan" hatin qîrîn.
Bi navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Şoreş Kurdî axivî û anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Kurd polîtîkayên qirkirinê dimeşîne. Şoreş Kurdî got, "Vî mejiyê komkujiyê bi rengekî nemerdane êrîş bir ser nirxên gelê Kurd. Lê belê gelê Kurd li ser şopa Sara, Ronahî û Evînan li dijî faşîzm û dagirkeriyê têkoşîn mezin kir. Mejiyê dagirker ê ku li hemberî gelê Kurd komkujî kir, îro li hemberî berxwedana bi heybet a gerîla têk diçe. Têkoşîna azadî û wekheviyê ya Saran mezin dibe."
Di dawiyê de jî sînevîzyonek hate nîşandan.