Şehîdên Gulanê li Yewnanistan hatin bibîranîn
Li Lavrîo ya Yewnanistanê Şehîdên Meha Gulanê hatin bibîranîn, berxwedana gerîla û girtiyan silav kirin.
Li Lavrîo ya Yewnanistanê Şehîdên Meha Gulanê hatin bibîranîn, berxwedana gerîla û girtiyan silav kirin.
Di çalakiya bi pêşengtiya Navenda Çanda Kurdistanê û Tevgera Ciwanên Şoreşger li Lavrîo ya Yewnanistanê hate kirin de, Şehîdên Gulanê hatin bibîranîn.
Çalakiya bi rêzgirtinê destpê kir, sînevîzyon hate nîşandan, piştre jî stran û helbest hatin xwendin.
Di axaftinên hatin kirin de, hate gotin ku divê xwedî li mîrasên şehîdan derbikevin û têkoşînê xurt bikin.
Dîsa di çalakiyê de berxwedana gerîla û girtiyan hate silavkirin, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî protesto kirin.