Bername bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo şehîdên Kurdistanê û şoreşa cîhanê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê sînevizyonek hat nîşandan. Di nîşandanê de wêneyên pêşengên ku di dîroka têkoşîna azadiya Kurd de şehîd ketine û dîmenên ku pêvajoyên têkoşîna wan vedibêjin cih girtin.
Piştî nîşandana sînevizyonê, yek ji şahidên giring ên wê serdemê, siyasetmedarê Kurd Bedredîn Kavak axaftinek kir. Kavak bal kişand ser şert û mercên dîrokî yên têkoşîna azadiya Kurd û got ku gelê Kurd bi salan wek gelekî ku nasnameya wî hatibû redkirin, ziman û çanda wî hatibû tepisandin, neçar ma ku têkoşînê bimeşîne.
Kavak diyar kir ku tezên Ocalan ên di salên 1970’yî de ku digot "Kurdistan heye" û "Kurdistan mêtingeh e" di şert û mercên wê serdemê de şikandineke mezin çêkiriye û da zanîn ku di wan salan de parastina eşkere ya nasnameya Kurdî berdêlên giran dixwest.
Kavak anî ziman ku cihê şehîdên meha Gulanê yê di dîroka têkoşînê de nayê jibîrkirin û bi taybetî bal kişand ser rola Hakî Karer a di teşegirtina tevgera azadiya Kurd de.
Kavak wiha axivî: Hakî Karer ne tenê şoreşgerek bû, di heman demê de yek ji sembolên têkoşîna hevpar a gelan bû. Ruhê enternasyonalîst ê ku di kesayetiya wî de pêş ket, bû yek ji hêmanên bingehîn ên ku karakterê tevgera azadiya Kurd diyar dike.
Kavak da zanîn ku piştî qetilkirina Hakî Karer di nav tevgerê de serdemeke nû dest pê kiriye û got: Piştî wê pêvajoyê êdî nêrîna ku veger tune ye serdest bû. Berdêlên hatin dayîn, veguherîn vîneke ku têkoşînê hê bêtir mezin dike.
Di çalakiyê de her wiha pêşengên tevgera şoreşgerî ya Tirkiyeyê yên wekî Deniz Gezmiş, Yusuf Aslan, Huseyin Inan û Îbrahim Kaypakkaya jî hatin bîranîn. Bedredîn Kavak destnîşan kir ku nêzîkatiya van kesan a li hemberî têkoşîna azadiya gelê Kurd xwedî girîngiyeke dîrokî ye û got: Gotinên Mahir Çayan ên li ser pirsgirêka Kurd, di şert û mercên wê serdemê de mînakeke mezin a wêrekiyê bû. Di navbera tevgera şoreşgerî ya Tirkiyeyê û têkoşîna azadiya gelê Kurd de girêdanên dîrokî hene.
Di bernameyê de her wiha bi taybetî bal hate kişandin ser berxwedana Girtîgeha Amedê. Di axaftinên ku berxwedana Ferhat Kurtay, Eşref Anyık, Mahmut Zengin û Necmî Oner a di 18ê Gulana 1982an de pêk anîn hat bibîranîn de hat diyarkirin ku berxwedana li girtîgehê di hafizeya gelê Kurd de xwedî cihekî girîng e.
Kavak wiha li axaftina xwe zêde kir: Îro ev têkoşîn bi berxwedana ku hemû hevalên me yên şehîd ketine nîşan dane şêwaz girt û bi mezinbûn û girseyîbûnê gihîşt îro.
Di bîranînê de bal hat kişandin ser rola Hozan Mizgîn a di têkoşîna kulturî de jî. Di bernameyê de ku bal hat kişandin ser girîngiya xebatên kultur û hunerê yên Kurdî yên di dîroka têkoşînê de, hat diyarkirin ku Hozan Mizgîn bi feraseta xwe ya hunera şoreşgerî, yek ji pêşengên ku cihê jinên Kurd di têkoşînê de bihêz kiriye bû.
Bedredîn Kavak di axaftina xwe de bal kişand ser paşxaneya dîrokî ya dirûşma "Jin, Jiyan Azade" û bi bîr xist ku Şirin Elemhuli beriya bê sêdaredan ev gotin li ser dîwarê hucreyê nivîsandiye û got: Ev dirûşma ku îro li gelek deverên cîhanê deng vedide, bi berdêl û berxwedanên mezin gihîşt îro.