BI DÎMEN

Şehîdên Gulanê li Baselê hatin bibîranîn

Li bajarê Basel ê Swîsreyê di çalakiya bîranînê ya ji bo Şehîdên Meha Gulanê de banga xwedîderketina mîrateya têkoşînê ya şehîdan hate kirin.

 Li bajarê Basel ê Swîsreyê, bi pêşengiya Saziya Malbatên Şehîdan a Swîsreyê, ji bo Şehîdên Meha Gulanê çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Bîranîn li salona konferansê ya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Baselê (Dem Kurd Basel) hat lidarxistin û gelek Kurdistanî tevlî bûn.

Çalakî ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Elî Devrîm axivî.

Devrîm diyar kir ku meha Gulanê ji aliyê têkoşîna azadiya Kurd wekî, “Meha Şehîdan” tê bi bîr anîn û wiha got, “Hema hema her roja meha Gulanê salvegera şehîdek me ye. Şehîd ne ji bo xwe ji bo gelên xwe têkoşiyan. Dema em li jiyana wan dinêrin, fedakarî û berxwedanake mezin dibînin.”

Devrîm bal kişand ser pêvajoya Zindana Amedê û çalakiya Çaran û gotina, “Agirê nevemirînin” ê Ferhat Kurtay bi bîr xist. Devrîm bal kişand ser rola Hozan Mizgîn û Hakî Karer a di têkoşînê de û wiha got, “Şehîdên me ji bo morala hevrêyên xwe xira nekin, zehmetiyên mezin dîtin. Divê em xwedî li mîrateya wan derkevin û nirxên hevrêtiyê mezin bikin.”

Siyasetmedara Kurd Dîlan Dirayet Taşdemîr ku di çalakiyê de axivî, kesên ku di şoreşa Tirkiye û Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane, bi bîr anî. Dîlan Dirayet Taşdemîr got ku têkoşîn êdî ne ya rêxistineke veguheriyaye têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gel û wiha got, “Têkoşîn ne tenê parastina mîrateya dîrokê ye, di heman demê de veguhestina wê ya ji bo pêşerojê ye.”

Dîlan Dirayet Taşdemîr îşaret bi girîngiya parastina piştevaniya hundirîn û nirxên kolektîf kir û got, “Divê fedakarî, dirûstbûn, hevrêtî û hêzkirina gel were mezinkirin. Nirxên ku Çiyager, Zîlan û Sarayan hiştin, sembolên exlaqê têkoşînê ne.”

Dîlan Dirayet Taşdemîr diyar kir ku pêvajoya muzakereyê ya Rêber Apo xwedî girîngiyeke dîrokî ye û anî ziman ku gelê li çar parçeyê Kurdistanê divê veguhere hêzekî rêxistinkirî, demokratîk û hişmend.

Di çarçoveya çalakiyê de Mine Nazarî û Mamoste Şemsettîn helbest xwendin. Bîranîn piştî pêşandana sînevîzyonê bi dirûşmeya, “Şehîd Namirin” bi dawî bû.