Şehîdên Cotmehê li Rennesê hatin bibîranîn
Bi boneya salvegera 30’emîn a Şehîd Bêrîtan, Şehîdên Cotmehê hatin bibîranîn.
Bi boneya salvegera 30’emîn a Şehîd Bêrîtan, Şehîdên Cotmehê hatin bibîranîn.
Kurdistaniyên li bajarê Rennes ê Fransayê, di salvegera 30’emîn a şehadeta Bêrîtan (Gulnaz Karataş) de, ji bo Şehîdên Cotmehê bernameyeke bibîranînê li dar xistin.
Bernameya bibîranînê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Rennesê hat lidarxistin. Kurdistaniyên li Rennesê û li bajarên nêz dimînin û malbatên şehîdan tevlî bernameyê bûn.
Siyasetmedarê Kurd Serhat Agirî, piştî rêzgirtinê axaftinek kir. Agirî wiha got: “Xaleke ji xalên werçerxê jî çalakî û şehadeta hevrê Bêrîtan e. Hevrê Bêrîtan, li dijî PDK a hevkar û teslîmkar got: ‘Bijî Serok Apo’ û çalakî li dar xist. Bi têkoşîn û şehadeta xwe nîşan da ku parastina rêgeza azadiyê li dijî xiyanet, hevkarî û mirinê çawa tê kirin. Bi vê çalakiyê derbe li xeta teslîmkar, hevkar xistiye û nîşan daye ku di netewebûna demokratîk a Kurd de, tu cihê xiyanetê nîn e.”
Di şexsê Bêrîtanê de Şehîdên Cotmehê û şehîdên di erîşên kîmyewî yên dewleta Tirk de şehîd bûn, hatin bibîranîn. Bibîranîn, bi nîşandana sînevîzyonê û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.