Şehîdên Cotmehê li Reîmsê hatin bibîranîn
Li bajarê Reîms ê Fransayê, Şehîdên Cotmehê hatin bibîranîn û êrîşên bi çekên kîmyewî hate protestokirin.
Li bajarê Reîms ê Fransayê, Şehîdên Cotmehê hatin bibîranîn û êrîşên bi çekên kîmyewî hate protestokirin.
Li bajarê Reîms ê Fransayê, Şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê yên di meha Cotmehê de şehîd bûne, bi merasîmekê hatin bibîranîn. Bîranîn li Navenda Çanda Kurd a Arîn Mîrkan bi tevlêbûna sedan Kurdan hate lidarxistin. Di bîranînê de wêneyê şehîdan, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocolan û ala PKK’ê hate daliqandin.
Di bîranînê de ji bo giyanê şehîdan rêz hate girtin û li ser navê malbatên şehîdan û rêxistinên jinan axaftin hatin kirin. Di axaftinan de êrîşên bi çekên kîmyewî ya dewleta Tirk hate protestokirin. Bi domdarî axaftvanan bal kişand li ser xiyaneta PDK’ê.
Bîranîn bi pêşandana sînevziyona li ser jiyana şehîdan bi dawî bû.