Şehîdên Cotmehê li Lîmasolê hatin bibîranîn

Berdevka Komîsyona Malbatên Şehîdan Gulistan Akşahîn ku di merasîmê bîranînê de axivî û got: “Em ê bi ruhê hevrê Bêrîtan, bersiv bidin ên ku bi xiyanetkarên Kurd re difikirin ku wê Kurdên birûmet biqedînin.“

Di şexsê Şêhîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş), Zeynep, (Gûrbetellî Ersoz), Ronahî (Andrea Wolf), Halît Oral, Mazlûm Tekdag, Sînan Dersîm, Rustem Cûdî, Alîşêr Koçgîrî, Çîçek Botan û 17 Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk şehîd bûn de, Şehîdên Meha Cotmehê li bajarê Lîmasol ê Qibrisê hatin bibîranîn.

Bibîranîn, li Navenda Kurd a Teofîlosê hat lidarxistin. Li ba wêneyekê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan quncikê bibîranîna şehîdan hat çêkirin. Wêneyên Şehîd Bêrîtan, Mazlûm Tekdag, Rustem Cûdî, Sînan Dersîm, Ronahî, Çîçek Botan, Gûrbetellî Ersoz, Alîşêr Koçgîrî û 17 gerîlayên di tûnelên berxwedanê de şehîd bûn, li quncikê bibîranînê hatin danîn.

Merasima bibîranînê, di şexsê Şehîdên Meha Cotmehê de bi girtina rêzê ji bo Şehîdên Şoreşa Kurdistanê dest pê kir.

Piştre Gulistan Akşahîn a Berdevka Komîsyona Malbata Şehîdan a girêdayê Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê, bi bibîranîna hemû şehîdan û bi soza girêdayîbûna bi bibîranîna şehîdan ve dest bi axaftinê kir. Gulîstan Akşahîn, behsa jiyan û berxwedana Şehîd Bêrîtan kir û wiha axivî: “Şeş meh in şerekê bêmînak li çiyayên Kurdistanê diqewime. Aliyekê şer, dewleta Tirk a faşîst, dagirker û hov e ku bi hêza xwe ya madî bawer e, xiyanetkarên Kurd pê re hevkar in; aliyê din ê şer jî Gerîlayên Azadiyê yên Kurd in ku girêdayê vîn û doz û Rêbertiya xwe ne û bi ruhê hevrêyên xwe yên şehîd, li ber xwe didin. Bila dost û dijmin bizanin ku dinya bi ser me de were, nikare bi me. Em ê bi ruhê heval Bêrîtan bersiv bidin ên ku bi xiyanetkarên Kurd re difikirin ku wê Kurdên birûmet biqedînin.“

Piştî axaftina Gulistan Akşahîn, sînevziyonek ji bo bibîranîna Şehîdên Meha Cotmehê û gerîlayên di tûnelên berxwedanê de şehîd bûn, hat nîşandan û bername bi dawî bû.