17 gerîlayên bi erîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk şehîd bûn û Şehîdên Cotmehê, li Elmanya, Fransa, Yewnanistan, Belçîka û welatên din ên Ewropayê hatin bibîranîn.
HANNOVER
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê 17 gerîlayên bi çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin û Şehîdên Cotmehê li Navenda Civakê ya Kurd a Demokratîk (DKTM) hatin bibîranîn. Bibîranîn, ji aliyê Meclîsa Gel a Kurd a Hannoverê ve hat sazkirin. Malbat û xizmên şehîdan jî tev li çalakiyê bûn. Helbest û stran hatin gotin û find hatin vêxistin.
Nûnerek li ser navê Meclîsa Gel a Hannoverê axivî û got: “Pêvajoya em tê de ne çiqas jî zor be divê em ji berê bêhtir li ber vê hovîtiyê rabibin. Çimkî bi her şehîdekê/î perçeyek ji me diçe. Berpirsyariya me zêde dibe. Jiyandina bibîranînên wan bi rêxistinbûna bi hev re pêkan e.“
Nûnerê/a li ser navê Yekitiya Hêzê ya Demokratîk jî wiha axivî: “Şehîdên me rûmeta me ne, divê em parastina rûmeta xwe bikin. Em ne mecbûrî vê hovîtiyê ne. Dîktatorî ne qeder e, rakirina wê ya ji holê armanca me ya asas e.“
Di bîranînê de timî dirûşmeyên “Şehîd namirin“ û “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey şehîd“ hatin berzkirin.
TOÛLOÛSE
Li bajarê Toûloûse ê Başûrê Fransayê di şexsê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) de Şehîdên Cotmehê hatin bibîranîn, bibîranin kirin diyarî ji bo şervanên azadiyê bi bikaranîna çekên kîmyewî a faşîzmê şehîd bûn.
Bîranîn ji aliyê Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê ve hate lidarxistin. Di bîranînê de sînevziyon hate pêşandan û li ser şehîdan axaftin hatin kirin.
Bibîranîn, bi berzkirina dirûşmên “Jin jiyan azadî“ û “Bijî berxwedana gerîla“ bi dawî bû.
EVRY
Şehîdên Cotmehê, di şexsê Şehîd Berîtan (Gulnaz Karataş) de li banliyoya Evry ya Parîsê hatin bibîranîn. Di bibîranînê behsa giringiya Cotmehê ji bo Tevgera Azadiya Kurdistanê hat kirin, pêşengên tevgera jinan ên Cotmehê şehîd bûne hatin jimartin. Paşê di vê çarçoveyê li sînevziyonê hat temaşekirin.
Di bibîranînê dirûşmên “Şehîd namirin“, “Jin jiyan azadî“ û “Bijî Serok Apo“ hatin berzkirin.
FREÎBURG
Di merasîma bibîranînê ya bi heman armancê li bajarê Freîburg ê Elmanyayê hat danîn de wiha hat gotin: “Divê em ne rojekê lê her roj li şehîdên xwe bibin xwedî. 30 salên piştî şehadeta Bêrîtanê bi hezaran Bêrîtan çêbûn. Bêrîtan radestê xiyanetê nebû û bû mînak ji bo hemû jinên cîhanê. Her du hevrêyên me yên jin ku li Mêrsînê çalakiya fedaiyane kirin jî di vê rêyê de meşiyan. Gava bibîranînê dirûşmên “Jin jiyan azadî“, “Şehîd namirin“ û “Bijî Serok Apo“ hatin berzkirin.
CHARLEROÎ
Li bajarê Charleoî bi organîzekirina Înîsiyatîfa Jinên Kurd, Şehîdên Cotmehê hatin bibîranîn. Di merasîma bibîranînê ku li Komeleya Çandê ya Kurd a Charleoiyê hat danîn de sînevziyon hat nîşandan.
MANNHEÎM
Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê, bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Ronahî-Berîvanê, di şexsê Şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) de Şehîdên Cotmehê hatin bibîranîn. Ji bo şehîdan quncikek hat amadekirin.
Piştî rêzgirtinê Yadê Xanê ku li ser Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) axivî û got ku çi jî bibe ew ê li bibîranînên şehîdên qehreman bibin xwedî û gav ji têkoşînê bi paş de neavêjin.
Dilpak Jîn ku li ser navê TJK-E’yê axivî, Şehîdên Cotmehê bi bîr anîn û îşaret bi giringiya Cotmehê di artêşbûyîna jinan de kir.
Bibîranîn, piştî nîşandana sînevîzyonê bi belavkirina helawê ku wesiyeta Şehîd Bêrîtan e, bi dawî bû.
VIYANA
Li Viyanaya paytexta Awûstralyayê ye, Şehîdên Meha Cotmehê hatin bibîranîn.
Bibîranîn, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hat lidarxistin û ji bo bibîranîna Şehîdên Şoreşa Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di axaftinên hatin kirin de hat diyarkirin ku PKK, partiya şehîdan e û wiha hate gotin: “Divê em li çiyayên azad, li bajaran, li dîasporayê û her qadê xwedî li têkoşîna şehîdan derbikevin.”
Piştre li sînevîzyona li ser Şehîdên Meha Cotmehê, hat temaşekirin.
Piştî temaşekirina sînevîzyonê, girse, rabû ser pêyan û dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.
MONCHENGLADBACH
Şehîdên Cotmehê li bajarê Monchengladbach ê Elmanyayê hatin bibîranîn.
Bibîranîn, saet di 14.00’an de li Komeleya Çandê ya Kurd a Welatê Rojê ya Monchengladbachê, bi rêzgirtina bi deqeyekê dest pê kir. Bibîranîn, di şexsê şehîd Sara û Rûken ku li Mersînê çalakiya fedaiyane li dar xistin, Nagihan Akarsel a li Silêmaniyê hat qetilkirin û 17 gerîlayên bi çekên kîmyewî şehîd bûn de hat lidarxistin. Hat diyarkirin ku berxwedana di şexsê jinên Kurd de derketiye holê bi dirûşma “Jin jiyan azadî“ dîrokeke nû ya azadiyê tê nivîsandin. Di bibîranînê de li ser îdeolojiya jinan û pêşeroja cîhanê axaftin hatin kirin.
Di bibîranînê de, îşaret bi bêdengiya hemû cîhanê ya li dijî çekên kîmyewî ku li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê tên bikaranîn, hat kirin û hat destnîşankirin ku di vê pêvajoya man û nemanê de divê mirov têkoşînê geş bike.
Piştî axaftinên li ser navê KOMAW û FED-MED’ê, li sînevîzyoneke li ser têkoşîna Nagihan Akarselê hat temaşekirin.
Li ser vî asasî banga tevlêbûna çalakiya 1’ê Mijdarê ya li ber OPCW’ya li bajarê Den Haagê û meş û mîtînga ku wê 12’ê Mijdarê li Duselldorfê bên lidarxistin hat kirin û wiha hat gotin: “Ew roj divê Kurdistanî neçin ser kar.“
ATÎNA
Kurdistaniyên li Kampa Lavrîo ya li Atînaya paytexta Yewnanistanê dimînin, 17 gerîlayên bi êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk şehîd bûn, bi bîr anîn.
Bibîranîn, bi rêzgirtina ji bo Şehîdên Şoreşa Kurdistanê dest pê kir. Li sînevîzyona li ser 17 şervanên azadiyê hat temaşekirin.
Piştî sînevîzyonê, bibîranîn bi berzkirina dirûşmên “Şehîd namirin“ û “Bijî Serok Apo“ bi dawî bû.