Şehîdên Cotmehê li gelek bajaran hatin bibîranîn - HATE NÛKIRIN - III

Li Elmanya, Hollanda, Belçîka, Fransa, Swîsre û Swêdê Şehîdên Cotmehê hatin bibîranîn.

Li gelek welatên Ewropayê Şehîdên Meha Cotmehê bi merasîmên girseyî hatin bibîranîn.

BREMEN

Di merasîma li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bremenê hat lidarxistin de, di şexsê Şehîd Berîtan (Gulnaz Karataş), Gûrbetellî Ersoz (Zeynep), Ronahî (Andrea Wolf), Arîn Mîrkan, Sara Rûken, gerîlayên bi êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî şehîd bûn de, Şehîdên Cotmehê hatin bibîranîn.

Di meresimê de behsa jiyan û têkoşîna Şehîdên Cotmehê hat kirin û hat destnîşankirin ku ev mîrate û berxwedan li Zap, Werxelê, Avaşîn û qadên din ên berxwedanê berdewam e. Merasîm, bi nîşandana sînevîzyonekê bi dawî bû.

AMSTERDAM Û DEN HAAG

Li bajarên Den Haag û paytexta Hollanda Amsterdamê jî bi heman armancê di şexsê Şehîd Berîtan de Şehîdên Cotmehê hatin bibîranîn.

Di merasîmê de, ji bo Sara, Rûken, Zîlan (Nagihan Akarsel) û 17 gerîlayên bi çekên kîmyewî şehîd bûn, quncikê bibîranînê hat çêkirin.

Di axaftinên hatin kirin de, soza girêdayîbûna bi şehîdan û têkoşîna wan ve hat dayîn.

Xoşnav Ata yê bi mehan e li ber Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî çalakiyê li dar dixe û Hevserokê/a DEM-NED’ê, di bibîranînê de axivîn.

VERVÎERS

Li bajarê Vervîers ê Belçîkayê jî Şehîdên Cotmehê hatin bibîranîn. Bibîranîn li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Vervîersê, ji aliyê înîsiyatîfa jinan û KOMAW’ê ve hat organîzekirin.

DORTMÛND

Di bibîranîna li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê hat kirin de, wêneyên Şehîdên Cotmehê û yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin.

Bibîranîn, bi deqeyek rêzgirtinê li Navenda Civaka Demokratîk a Dortmûndê dest pê kir.

Di axaftineke li ser navê KOMAW’ê hat kirin de, Şehîd Berîtan hat bibîranîn û wiha hat gotin: “Em ê li mîrateya şehîdên xwe bibin xwedî û bi awayekê hêjayê bibîranînên wan, têkoşîna wan bi serketinê tacîdar bikin.“

Li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Çîçek Qamişlo, Şehîdên Cotmehê û gerîlayên bi çekên kîmyewî şehîd bûn, bi bîr anîn, li ser giringiya erk û berpirsyariya li dijî êrîşên qirkirinê sekinî.

Bibîranîn, bi temaşekirina sînevîzyona li ser Şehîdên Cotmehê, dewam kir.

Di pey re Hayrettîn Acar ê bavê Şehîd Umît Acar, axaftinek kir.

Di bibîranînê de li ser hev dirûşmên “Şehîd namirin“ û “Bijî berxwedana gerîla“ hatin berzkirin û wesiyeta Şehît Berîtan ku belavkirina helawê bû, hat bicihanîn.

DARMSTADT

Kurdistaniyên ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCDK) a Darmstadtê hatin ba hev, Şehîdên Cotmehê bi bîr anîn. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Di merasîmê de gerîlayên ku bi çekên kîmyewî şehîd bûn hatin bibîranîn û bang li OPCW’ê û rêxistinên mafên mirovan ên Ewropayê hat kirin ku peywira xwe bi cih bînin. Endamên lijneya rêvebir a KOMAW’ê Lokman Arslan, Selamet Mat ku dayika şehîd Kendal Botan e û birayê wî Şevger Mat û ji afirênerên rêveberiya CÎK’ê Mele Mihyedîn jî tev li merasîmê bûn.

Endamê Lijneya Rêvebir a KOMAW’ê Lokman Arslan anî ziman ku dewleta Tirk bi awayek rûtîn dest bi sûcên xwe yên bikaranîna gazên bi jehr, kiriye û destnîşan kir ku divê pêşiya vê hovîtiyê bê girtin.

Dilpak Jîn jî li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Elmanyayê axivî û wiha got: “Şehîdên meha Cotmehê ji bo xwe, xwedî girîngiyek cuda ye. Em di şexsê hemû hevrêyên ku li dora şehîdên meha Cotmehê şehîd bûne de, berxwedana bir rûmet a Gulnaz Karataş silav dikin.”

Jîn, 17 gerîlayên ku bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk şehîd bûn bi bîr anî û got: “Em soz didin; gihandina vê têkoşînê ya ber bi bi encamê ve, deynê me ye.”

Mele Mihyedîn jî ev tişt got: “Şehîdên me ji bo me, xwedî mertebeyek pîroz in. Em bi heyîna wan hene.”

Dayika Kendal Botan ê ku 19’ê Îlona 2021’an li Herekolê şehîd bû, Selamet Mat jî wiha axivî: “Kurê min jî tev li vê karwanê şehîdan bû. Hevrêyên wî jî tev li vê karwanê bûn. Ez weke dayikek, li ber têkoşîna wî bi rêzdarî bejna xwe ditewînim.”

PARÎS

Gerîlayên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ku meha Cotmehê şehîd bûn, li Parîsa paytexta Fransayê hatin bibîranîn. Merasîm, li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya, bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) hat lidarxistin. Quncikek ê bibiranînê ji wêneyên Şehîdên Cotmehê hat çêkirin. Di serî de Şehîdên Meha Cotmehê ji bo bibîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Celîl Akdogan, li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan axivî û got: “Em ê xwedî li vê mîrateya bi rûmet ku şehîdên me ji bo me hiştiye, derbikevin û têkoşîna wan bi serkeftinê tacîdar bikin.”

Telî Adet a xwişka Azîme (Hacer Adet) ku di Cotmeha 1994’an de li Dersim-Pulumurê şehîd bû, qala jiyana şehîd Azîme kir û di serî de Şehîdên Meha Cotmehê, hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr anîn.

Axîn Gulo jî li ser navê TJK-F’ê axivî û qala helwesta şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) a li dijî xiyaneta PDK’ê kir û soz da ku di şexsê wê de, wê ji ber girêdanbûna bi bibîranîna şehîdan ve, serkeftinê mîsoger bikin. Gulo, wiha dewam kir: “Berteka me li dijî xiyaneta PDK’ê ye; PDK ye ku rê ji dewleta Tirk a faşîst re diveke û li me digire. Yên ku li wan çiyayan têdikoşin zarokên me ne, xwişk û bira û malbatên me ne. Divê gelê Kurd her tim li ser pêyan be.

Lukseke me ya bêdenbûnê nîn e. Dijmin bi ser me de tê û me qetil dike. Lewma dema em her tên merasîmên şehîdan, em hestên xwe nû dikin. Ji bo em bibin layiqê şehîdên xwe, divê em hê zêdetir xwe bi rêxistin bikin û bixebitin.”

Di merasîmê de dirûşmeya “Şehîd namirin” hat berzkirin û merasîm bi temaşekirina li sînevîzyona li ser jiyana Şehîdên Meha Cotmehê û guhdarkirina li muzîkê bi dawî bû.

BASEL

Navendek din a bîranîn şehîdan Basel bû. Di merasîma bibîranînê ya ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan a Swîsreyê (KOMAW) û Yekitiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) ve li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Baselê hat lidarxistin de, Şehîdên Cotmehê û gerîlayên bi çekên kîmyewî şehîd bûn, hatin bibîranîn.

Wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîlayên bi çekên kîmyewî yên ji aliyê Tirk ve şehîd bûn û Şehîdên Cotmehê hatin daliqandin.

Di şexsê Şehîd Berîtan (Gulnaz Karataş) li dijî xiyanetê heta bi guleya dawîn şer kir û xwe di kendalan de wer kir de, ji bo Şehîdên Cotmehê bi deqeyekê rêz hat girtin.

Xizmên Endama Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel a ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin û Sedat Demhat (Ferhat Guneş) ê hat eşkerekirin ku bi çekên kîmyewî hatiye qetilkirin û gelek xizmên şehîdan tev li bibîranînê bûn. Ercan Guneş ê apê Şehîd Sedat Demhat, di bibîranînê de wiha axivî: “Di têkoşîna ji bo azadiyê ya bi salan de bi hezaran şehîd bûn. Êşa me zêde ye. Pîvana girêdayîbûna me bi şehîdan ve derketina xwedî li têkoşîna wan e. Soza ku me daye şehîdan, em encax bi geşkirina têkoşînê dikarin bi cih bînin.“

Cahîde Goyî ya li ser navê KOMAV’ê axivî, ev tişt gotin: “Gava dibêjin Şehîdên Meha Cotmehê, hevrêyên me yên jin, tên bîra me. Di serî de Bêrîtan, Azîme, Sarya û peyrewên wan canê xwe dan û têkoşîn heta bi îro anîn. Divê em soza têkoşînê bidin şehîdan. Îro ku dewleta Tirk a dagirker, gerîlayan bi çekên kîmyewî qetil dike, para me jî tê de heye. Em baştir têbikoşiyana, wê dijmin ewqas bi rehetî newêriya çekên kîmyewî bi kar bîne.“

Li ser navê HBDH’ê Huseyîn Yeter jî axaftinek kir. Yeter destnîşan kir ku têkoşîna gerîla li qadên azadiyê, garantiya têkoşîna ji bo azadiyê ya gelên Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn e û wiha axivî: “Êrîşên bi ser gerîlayan de, ji bo rakirina modela jiyana hevpar a demokratîk û azadîxwaz a gelan e. Îro, dem dema derketina xwedî li têkoşîna gerîla ye.“

Xizmên şehîdan jî di bibîranînê de axivîn. Bibîranîn, bi axaftinên saziyên şoreşger dewam kir.

Bibîranîn, piştî temaşekirina li sînevîzyona li ser Şehîdên Meha Cotmehê û gerîlayên bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin. Bi berzkirina dirûşma “Şehîd namirin“ bi dawî bû.

SAARBRUCKEN

Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê, di şexsê Şehîd Berîtan (Gulnaz Karataş), Gûrbetelî Ersoz, Andrea Wolf, Arîn Mîrkan, çalakgerên fedaî yên çalakiya Mersînê Sara Tolhildan û Rûken Zelal û gerîlayên, dewleta Tirk ew bi çekên kîmyewî qetil kirin de, Şehîdên Meha Cotmehê hatin bibîranîn.

Bibîranîn, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Saarbruckenê hat kirin. Haci Ekrem ê xizmek ji xizmên şehîdan, wiha axivî: “Dibe ku hûn bi bêwijdanî êrîşê zarokên me bikin, qetil bikin. Lê hûn nikarin vî gelî bêdeng bikin, dev ji doza wî ya bi mafdarî bidin berdan. Hûn me çiqas qetil bikin, em ê ewqas zêde bibin.“

Bibîranîn, bi berzkirina dirûşmên “Şehîd namirin“, “Jin jiyan azadî“ û “Bijî Serok Apo“ bi dawî bû.

WÛPPERTAL

Li bajarê Wûppertal ê Elmanyayê, bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Viyan Soran, Şehîdên Meha Cotmehê hatin bibîranîn. Bi dehan kesên welatparêz tev li bibîranînê bûn. Bibîranîn, saet di 13.00’an de li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk dest pê kir. Piştî axavtinên li ser TJK-E û KOMAW’ê hatin kirin, bi temaşekirina li sînevîzyonê bi hat bidawîkirin. Di bibîranînê de bêyî navber dirûşmên “Şehîd namirin“, “Bijî berxwedana gerîla“ hatin berzkirin, li ser wesiyeta Şehîd Bêrîtan helaw hat dayîn.

MARSÎLYA

Îro li Marsîlyayê, di serî de Şehîdên Meha Cotmehê, ji bo Nagihan Akarsel û 17 gerîlayên bi çekên kîmyewî şehîd bûn, merasîma bibîranînê hat lidarxistin.

Bibîranîn, bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan û Tevgera Ciwanên Şoreşger li Navenda Civaka Demokratîk a Marsîlyayê hat lidarxistin.

Li salonê quncikekê bibîranîna şehîdan hat çêkirin, wêneyên gerîlayên şehîd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û kadroyên pêşeng ên şehîd ên PKK’ê, hatin daliqandin.

Merasîm, bi axaftina li ser navê Komîteya Şehîdan û rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê dest pê kir. Sînevîzyonek li ser Şehîdên Meha Cotmehê û gerîlayên bi çekên kîmyewî şehîd bûn, hat nîşandan.

Piştre Zozan Serhat, li ser navê TJK-E’yê axivî. Serhat îşaret bi xiyaneta PDK’ê kir û banga derketina xwedî li gerîla û tevlêbûna meşan kir û got: “Bedel çi dibe bila bibe em ê bi ser bikevin.“

Di axaftina li ser navê TCŞ’ê hat kirin de wiha hat gotin: “Wê tola gerîlayên şehîd bê hilanîn. Ev jî bi berxwedanê dibe. Banga me li ciwanên li Ewropa û Kurdistanê ew e ku li ber xwe bidin.“

Bibîranîn, bi berzkirina dirûşmên “Şehîd namirin“ û “Bijî Serok Apo“ bi dawî bû.

KOLN

Şehîdên Meha Cotmehê, li Kolnê hatin bibîranîn. Meclîsa Jinan a Viyan Soran, bibîranîn organîze kir. Bibîranîn, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Kolnê hat kirin.

Bibîranîn, di şexsê Şehîdên Meha Cotmehê de bi rêzgirtina ji bo hemû şehîdên azadiyê dest pê kir. Ayten Sunger a dayika Şehîd Lecwan Mûnzûr li ser navê KOMAW’ê axaftinek kir. Sunger wiha axivî: “Niha li vê salonê wêneyên bi dehan şehîdan hene. Axaftina bi nihêrtina li çavên wan, zehmet e. Xwedî hêvî û evîn bûn. Rahiştin wan û derketin serê çiyayan. Ji bo Kurd jî wek gelên din bi nasname, ziman û çanda xwe bi azadî bijîn xwe feda kirin. Encax bi têkoşînê em deynê wan ê li me ye bidin.“

Aktîvîsta TJK-E’yê Sîdem Amed jî axivî. Amed, bi bibîranîna şehîdan dest bi axaftina xwe kir û got: “Pêşengên di nav Tevgera Azadiyê ya Kurd de dîrok nivîsîn, vê mehê şehîd bûn. Ji wê boneyê meha Cotmehê ji bo me cuda ye. Ji bo min tiştê herî zehmet behskirina şehîdan li ba xelkê ye.“

Siyasetmedar Velî Roj jî wiha got: “44 sal in her roj şehîdên me çêdibin. Serok Apo, digot, PKK, partiya şehîdan e. Kadroyên pêşeng ên jinên Kurd ên şehîd, nîşaneya vê yekê ne. PKK, bi saya tevgera jinan bû PKK.“

Velî Roj bi domdarî wiha got: “Keçeke Meryem Çolak hebû. Piştî ji girtîgehê derket hat Ewropayê û biryar da ku tev li tevgerê bibe. Me jê pirsî, me got, ‘tuyê çawa Şîlanê berdî?‘ Wê jî got, ‘Şîlan ji PKK’ê ne mezintir e û tev li tevgerê bû‘. Divê em nanê xiyanetê nexwin. Em birçî jî bimînin divê em xwe dûrê xiyanetê bigirin.“

 Piştî axaftinan sînevîzyonek li ser Şehîdên Meha Cotmehê hat nîşandan.

STOCKHOLM

Ji bo Şehîdên Meha Cotmehê li Komeleya Çand û Hunerê ya Kurd a Stockholmê merasîma bibîranînê, hat lidarxistin. Merasîma ku bi pêşengiya Saziya Malbatên Şehîdan û Meclîsa Jinan a Amarayê hat lidarxistin, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Berdevka Yekitiya Jinên Kurd li Skandînavyayê (YJK-S), axaftina dest pê kir û bal kişand ser pêvajoya dema şehadeta Şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) û got: “Ev pêvajoya niha jî ji wan deman ne cudatire û ji her demê zêdetir pêwîstiya gelê Kurd bi wî ruh û îradeya xeta şehîd Bêrîtan heye. Ji ber ku îro li warê Bêrîtan, şopdar û hevrêyên wê bi awayekê bêmînak li dijî dijmin li ber xwe didin. Erka ser milê her Kurdekê ye ku xwedî li wê berxwedanê derbikeve.”

Di merasîmê de şehîdên leheng Nagîhan Akarsel, Rûken Zelal û Sara Tolhildan ku li Mêrsînê çalakiya fedayî kirin û 17 gerîlayên ku vê meha dawiyê bi çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şehîd bûn jî hatin bibîranîn.

Di axaftinên din ên hatin kirin de jî wiha hate gotin: “Şoreşa jinan, bi serê xwe bi pêşengiya Bêrîtan û Zîlanan, di nava şoreşa Kurd de bûye şoreşeke mezin. Li rex hebûna hêza leşkerî û rêxistina jin, îro jin xwedî bi sedan sazî, tv û nirxên pir biha ne. Ya herî giring ew e ku jinên Kurd îro ji serhildan û şoreşan re bi dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ pêşengiyê dikin. Zanebûn û îradeya Jinên Kurd bi pêşengiya wan lehengan ji bo gelên Rojhilata Navîn û cîhanê bûye hêvî û moral. Divê em jî tev li şoreş û serhildana ku îro li Rojhilatê Kurdistanê didome, bibin. Ji ber ku ew serhildan, serîrakirina jin a li ber pergala desthilatdar û zordar e ku dixwazin hişmendiya mêr li ser jinan bidin meşandin. Gelên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, bi pêşengiya jinên Kurd û ruhê berxwedêr ku teslîmiyetê qebûl nakin, serî rakirine. Xwedî derketina li serhildanê û xeta şehîdan jî, xwedîderketina li xeta şehîd Bêrîtan û tevayî şehîdên Cotmehê ye.”

Piştî axaftinan li sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna Şehîdên Cotmehê hatibû amadekirin hat nîşandan. Piştre Salihê Îmzevan ku ji bo derxistina PKK’ê ji “lîsteya terorê” bi tena serê xwe zêdeyê deh hezar îmze berhev kirine, li ser karê xwe yê ji bo vê demê bi radestkirina îmzeyên berhevkirî û li ser giringiya berhevkirina îmzeyan ji bo derxistina PKK’ê ji ‘’lîsteya terorê’’ axivî û bang li her kesî kir ku tev li xebata berhevkirina îmzeyan bibin.

Merasîma bîranînê, bi berzkirina dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.