Şehîdên Azadiya Kurdistanê li Mannheimê hatin bibîranîn
Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê Mordem Çewlîg, Emîne Erciyes û Îsyan Mûnzûr li Mannheimê hatin bibîranîn.
Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê Mordem Çewlîg, Emîne Erciyes û Îsyan Mûnzûr li Mannheimê hatin bibîranîn.
Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê û Fermandarê Eyaleta Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Mordem Çewlîg yê 11'ê Tebaxa 2025'an ji ber qezayeke xeternak a li tunela şer şehîd bû, endama Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê Emîne Erciyes ya 20’ê Nîsana 2020’an li Garê şehîd bûbû û Îsyan Mûnzûr ê di 21’ê Tîrmeha 2021’an de li Metînayê şehîd bibû, li bajarê Mannheim ê Elmanyayê hatin bibîranîn. Bîranîn bi pêşngiya Federasyona Demokratîk a Elewiyan (FEDA), Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) û Meclîsa Jinan a Ronahî Bêrîvan ve hat lidarxistin.
Bîranîn li salona komeleyê bi deqeyek rêzgirtina ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Di bîranînê de ewilî li ser navê meclîsê axaftin hat kirin û wiha hate gotin: “Gelê Kurd tevî pêvajoya aştiyê têkoşîna xwe didomîne û divê cangoriyên hatine dayîn neyên jibîrkirin.”
Piştre li ser navê malbata şehîd Mordem Çewlîg, pismamê wî Mehmet û Huseyin axivîn. Dayika şehîd Mordem Çewlîg jî bi telefonê tevlî bîranînê bû û axaftinek hestyar kir. Dayika şehîd got, vegotina şehîd ti peyv têrê nake û ya herî girîng ew mirov bû.
Nûnerên Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E), FEDA û KOMAW’ê jî axivîn û bang kirin ku divê li têkoşîna şehîdan were xwedî derketin. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku divê hêza rêxistinbûyî ya gelê Kurd were parastin, mafên demokratîk werin parastin û nirxên şehîdan di jiyana civakî de werin jiyîn.
‘EM Ê BARÊ GERÎLA HILGIRIN’
Li ser navê TJK-E’yê Reha Dersim jî axivî û wiha got: “Em trajediyê najîn; ev hevalên nemir ji bo pergaleke demokratîk têdikoşin. Şehîdan bi zanebûn ev rê hilbijartiye û di têkoşînê de hemû rîsk pejirandine.
Rêbertiyê pêvajoyek da destpêkirin. Dibêjin partî hatiye fesixkirin lê têkoşîna me neqedyayî, tenê rêbazên me guherîne. Ev têkoşîn êdî li ser milê me hemûyan e.”
Dersim axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Di şexsê heval Emîne û heval Mordem de ez hemû şehîdan bi bîr tînim û ji malbatên wan re sersaxiyê dixwazim.”
AZÎZ TUNÇ: TÊKOŞÎNA ME NEQEDIYA YE, EM DEYNDARÊ ŞEHÎDAN IN
Li ser navê FEDA’yê jî Azîz Tunç axivî, silav û rêzên xwe ji malbata şehîd Mordem Çewlîg re şand û bi minetdarî hemû şehîd bibîr anî. Tunç got: “Her tiştê ku me bi dest xistiye, bi saya nirxên şehîdan pêk hat. Berê navê Kurdan tinebû, hebûna me bi saya wan e.”
Tunç anî ziman ku fikar û dudiliyên der barê pêvajoyê de normal in lê divê pirsgirêka baweriyê nebe û got ku gotinên “PKK hat fesixkirin” propagandayek e. Tunç got: “Tenê rêbaz û amûrên me guherîne, têkoşîna me neqediya ye. Niha divê em bêtir têbikoşin.”
Tunç behsa daxuyaniyên Bahçelî kir û bal kişand ser girîngiya pêvajoya ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin û got: “PKK dad e, azadî ye û mirovahiye.”
Nûnerê KOMAW’ê Lokman Cizîrî jî got ku hemû beşdar malbatên bi şehîdan û Rêber Apo re girêdayî ne û got: “Divê em heta dawiyê bi şehîdan re bin. Weke gelê Kurd, divê em xwedî li Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ya ku Rêber Apo dest pê kiriye derkevin.”
Piştî axaftinan sînevîzyona li ser jiyana şehîdan hat pêşandan. Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.