Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Arjen Yavûz (Çiya Rizgar) ê di 25'ê Tebaxê de, Zîn Zagros (Şehrîban Akin), Ekîn Amara Toldar (Leyla Acar), Emîne Erciyes (Nazli Taşpinar) û Zenda Bermal (Zîlan Elodie Şahîn) ên di demên dawî de şehadeta wan hate eşkerekirin, li bajarê Lahr ê Elmanyayê bi merasîmekê hatin bibîranîn. Nêzî 150 kes tevlî bîranînê bûn. Bîranîn bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Lahrê û Meclîsa Gelê Kurd ve hat lidarxistin.
Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di bîranînê de apê şehîd Çiya Rizgar axivî. Di bîranînê li ser navê Tevgera Jinên Kurd, Tevgera Ciwanan û KOMAW’ê axaftin hatin kirin.
Di bîranînê li ser jiyan û têkoşîna şehîdan sînevîzyon hate pêşandan. Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin”, Bijî Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.