Li avahiya DEM-KURD ê li bajarê Zurihê Swîsreyê, bi pêşengiya Saziya Malbatên Şehîdan a Swîsreyê, ji bo şehîdên Çiyayê Bêzarê çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Gelek malbatên şehîdan tevlî bîranînê bûn.
28 ciwanên ku piraniya wan xwendekarên dersxaneyê bûn û di sala 1994'an de li Çiyayê Bêzarê di bombebarana hewayî ya dewleta Tirk de hatibûn qetilkirin. Bîranîn di şexsê Şehîdên Çiyayê Bêzar û Şehîdên Meha Gulanê de bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Mehmet Semsûr axivî û diyar kir ku bi hezaran kes di têkoşîna azadiya Kurd de şehîd bûne û wiha got, “Şehîd ji bo gelê xwe û azadiya Kurdistanê canê xwe feda kirin. Li Kurdistanê li binê her kevir û çiyayan şehîdekî me heye. Em di şexsê şehîdên Bêzarê de hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin.”
Hevserokê Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê Cemal Ozdemîr jî şehîdên Meha Gulanê bi bîr anî û wiha got, “Em bejna xwe li hemberî şehîdên xwe yên ku me anîne vê rojê, ditewînin. Em ê di rêya wan de bi gavên bi biryar bimeşin.”
Li ser navê Malbatên Şehîdan jî Îsmîxan Ok axivî û di serî de şehîdên Bêzarê hemû şehîdan bi bîr anî û wiha got, “Ew rûmeta me ne. Em ê vê têkoşînê heta serkeftinê bimeşînin.”
Siyasetmedar Riza Kiliç jî di axaftina xwe de destnîşan kir ku Tevgera Azadiya Kurdistanê li ser şehîdan şêwe girtiye û wiha got, “Tevgera Azadiyê, tevgerekî şehîdan e. Qonaxa îro bi saya şehîdan e.”
Bîranîn, bi pêşandana sînevîzyona li ser jiyana şehîdên Bêzarê û dirûşmeyên, “Şehîd namirin” bi dawî bû.