Şehîda Katoyê Zinarîn Arjîn li Bernê hat bîranîn

Ji bo gerîlaya HPG’ê Zinarîn Arjîn ya ku di sala 2017’an de şehîd bûbû, li Saziya Çanda Kurd a Bernê merasîmeke bîranînê hat lidarxistin.

Ji bo gerîlaya HPG’ê Zinarîn Arjîn (Pelîn Akdag) a ku di sala 2017’an de li çiyayê Kato di encama şer de şehîd bûbû, li Kantona Îsvîçre Bernê merasîmek a bîranînê hat li darxistin.

Wêneyên Şehîd Zinarîn Arjîn û hevalên wê yên ku ligel wê şehîd bûbûn, li salona Saziya Çanda Kurd a Bernê hatin daliqandin. Malbata şehîd û bi dehan Kurdistanî tevlî bîranînê bûn.

Di bîranîna ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kirî de Hevberdevka Saziya Çanda Kurd a Bernê Mîne Çetînkaya sersaxî ji malbata şehîd û gelê Kurd re xwest. Çetînkaya anî ziman ku gerîla li Kurdistanê bi lehengî li berxwe didin û wiha got: “Hemû destkeftiyên Kurdan deyndarê vê berxwedanê ne. Dewleta Tirk ji çar aliyan ve êrîşî Kurdan dike û em bi şerek yê qirkirinê re rû bi rû ne.”

Aktîvîsta TJK-E’ê Zozan Serhed jî diyar kir ku PDK piştgiriyê dide dewleta Tirk û wiha dom kir: “Malbata Barzanî dijmintiya Kurdan dike û wê gerîlayên wekî Zinarîn Arjîn vê îxanet vale derxînin.”

Bîranîn piştî temaşekirina sînevîzyona ji bo Şehîd Zinarîn Arjîn hatibû amade kirin re bi dawî bû.