Şehîd Sedat Demhat û 17 gerîla li Lûzernê hatin bibîranîn

Ji bo Sedat Demhat (Ferhat Guneş) û hevrêyên wî yên di êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk de şehîd bûn, li bajarê Lûzern ê Swîsreyê merasîma bibîranînê hat lidarxistin.

Ji bo gerîlayê HPG’ê Ferhat Guneş (Sedat Demhat) û 16 gerîlayên YJA Star û HPG’ê yên di êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, li bajarê Lûzern ê Swîsreyê merasîma bibîranînê hat lidarxistin.

Bibîranîn, li Navenda Civaka Kurd a Demokartîk (CDK) a Lûzernê hat lidarxistin û malbata Sedat Demhat, xizmên wî û gelek Kurdistanî tev li merasîmê bûn. Di şexsê 17 gerîlayan de ji bo bibîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.

Metîn Mîntaş, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Swîsreyê (KOMAW) axivî û got: “Em ê ala têkoşînê ya şehîdan hildin û dema ku me îdealên wan ên ji bo şehîd bûne pêk anîn, em ê pêdiviya girêdanbûna bi bîranîna şehîdan ve, bi cih bînin.” Mîntaş, banga xwedî derketina li têkoşîna şehîdan kir.

Li ser navê malbata Serhat Demhat Hevserokê CDK a Lûzernê Ercan Guneş axivî û wiha got: “Meha Cotmehê ji bo gelê Kurd bûye meha ku şehadet zêde lê çêbûne. Serhat Demhat û hevrêyên wî di vê mehê de, bi çekên kîmyewî û gazên bi jehr hatin qetilkirin. Em ji bo van lehengên ku ji bo azadiya Kurdistanê û gelê Kurd canê xwe danîn holê, şînê digirin. Erê, em di şînê de ne û em bi hêrs in. Lê aliyekê din em ê xwedî li têkoşîna wan derbikevin û soza meşandina têkoşîna wan didin. Ev soza me ji bo şehîdên me ye.”

Hevserokê Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) Emrûllah Bîngul jî sersaxî ji malbatê re xwest. Bîngul diyar kir ku di dîmenên li ser çapemeniyê hatin parvekirin de, xuya dike ku gaza bi jehr hatiye bikaranîn û wiha got: “Dewleta Tirk, ev sed sal in, dest ji her rêbazên dermirovî bernedaye. Gelê Kurd ne biyaniyê van êrîşên dermirovî ye. Em gelê Kurd û Kurdistanî, em ê li her qada ku lê ne li teşhîrkirina van sûcên şer ên dermirovî dewam bikin. Gelê Kurd di binê faşîzma herî kûr de, çawa ku duh têkoşiyabe û xwedî li gerîlayên azadiyê derketibe, wê îro jî bi heman biryardariyê li dijî faşîzma AKP-MHP’ê xwedî li têkoşîna gerîla derbikeve.”

Bibîranîn, piştî temaşekirina sînevîzyona li ser 17 gerîlayên bi gazên kîmyewî û jehrî hatin qetilkirin, bi berzkirina dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.