Şehîd Kendal Cûdî li Viyanayê hat bibîranîn
Kendal Cûdî yê di 28’ê Mijdara 2023’an de li Metînayê şehîd bûbû, li paytexta Avûstûrya Viyaneyê hat bîranîn.
Kendal Cûdî yê di 28’ê Mijdara 2023’an de li Metînayê şehîd bûbû, li paytexta Avûstûrya Viyaneyê hat bîranîn.
Ji bo bîranîna gerîlayê HPG’ê Kendal Cûdî ê di 28’ê Mijdarê de şehîd bûbû, li Navenda Civaka Demokratîk a Viyanayê çalakiya bîranînê hat lidarxistin. Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê destpê kir.
Hevserokê Civak Azad Ahmet Zîrek di bîranînê de axivî û wiha got: “Bîranîna şehîdan girîng e. Lê ya herî girîng ew e ku xwedî li mîrateya ku ji me re hiştine derkevin û li gorî vê tevbigerin.”
Endama Meclîsa Jinê ya Avesta Agirî Rojava jî anî ziman ku têkoşîna şehîdan hiştiye ku gelê Kurd bên roja îro û diyar kir ku divê gelên li Ewropayê dijîn zêdetir xwedî li têkoşînê derkevin.
Malbata Şehîd Kendal Cûdî jî diyar kir ku şehîdên wan zarokê tevahiya Kurdistanê ye û wiha got: “Serê hemû gelê Kurd sax be. Şehîd berpirsyariyeke mezin ji me re hiştin. Divê em ala têkoşîna şehîdan zêdetir bilind bikin.”