Şehîd Jêhat Kop û hevalên wî hatin bibîranîn

Ji bo Jêhat Kop û her çar hevalên xwe ku bi hev re li Garêyê şehîd bûn, li Marsîlyayê konê sersaxiyê hat danîn û merasima bibîranînê hat kirin.

Li Marsîlyayê ku bajarekê Fransayê ye, ji bo Jêhat Kop (Bîlal Kirmiziyildiz) ku 29’ê Nîsana sala 2019’an li Garêyê şehîd bû, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Marsîlyayê konê sersaxiyê hat danîn. 

Malbata Jêhat Kop, yên ji bo sersaxiyê hatin pêşwazî kirin. Saet di 16.30’an de ji bo Jêhat Kop û hevalên wî Zîlan Amed (Sozdar Osê), Roj Qamişlo (Xezal Mihemed), Baz Mordem (Emre Dokûner) û Alîşêr Amed (Omer Karabûlût) pê re şehîd bûn, merasima bibîranînê hat çêkirin. Quncikek ji bo şehîdan li salonê hatibû amadekirin, wêneyên kadroyên pêşeng ên PKK’ê yên şehîd û wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû daliqandin. 

,Komîteya Malbata Şehîdan, bibîranîn organîze kir. Ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê bi deqeyekê rêz hat girtin û meresim dest pê bû. Komîteyê silav li xelkê kir û ji bo sînevîzyona li ser şehîdan hat nîşandan. 

Ferman Garzanê siyasetmedar axavtinek kir. Garzan, got: ‘’Her şehîd xwe ji bo azadiya Kurdistanê xwe feda dike. Divê em bi zanîna bi vê giringiyê tev bigerin. Ciwanên Kurdan ji bo gel bi awayekê bi rûmet bijî, li dijî teknîka bi her awayî şer dikin. Azadiya Kurdistanê ku xeyala şehîdan e, em ê pêk bînin.’’ 

Dirûşmeyên ‘’Şehîd namirin’’ û ‘’Bijî Serok Apo’’ hatin berzkirin û bibîranîn qediya.