Şehîd Hakî Karer li Zurihê hat bibîranîn

Li bajarê Zurih ê Swîsreyê ji bo Hakî Karer (Mustafa Şêxmus) ê ku di rojên derbasbûyî de şehadeta wî hate ragihandin, çalakiya bîranînê hate lidarxistin.

 

Li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li bajarê Zurih ê Swîsreyê, ji bo Hakî Karer (Mustafa Şêxmus) ê ku di rojên derbasbûyî de şehadeta wî hate ragihandin, çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Hevserokê Konseya Kurd a Demokratîk Cemal Ozdemîr, malbatên şehîdan û gelek kes tevlî bîranînê bûn.

Bîranîn li avahiya Dem-Kurd’ê, di şexsê şehîd Hakî Karer de ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Li ser navê KOMAW’ê Mehmet Semsur axivî û bal kişand ser rola şehîdan di têkoşîna azadiyê de û diyar kir ku ew ê bîranîna wan di têkoşînê de bidin jiyîn.

Piştre Cemal Ozdemîr û li ser navê malbatên şehîdan Cemal Reşît mafê axaftinê girtin. Di axaftinan de fedakariyên şehîdan û tevkariyên wan ên ji bo têkoşîna azadiyê hate bi bîr xistin û banga xwedîderketina li xeta têkoşînê hate kirin.

Bîranîn bi pêşandana sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna Hakî Karer dewam kir. Bername bi dirûşmeyên, “Şehîd Namirin” bi dawî bû û malbata şehîd tevahiya rojê sersaxiyan qebûl kirin.