Şehîd Erdal Tekoşer û hevrêyên wî li Marsîlyayê hatin bibîranîn
Li bajarê Marsilya ya Fransayê, Erdal Tekoşer (Yakup Tuncer) ku di sala 2010’an de li Xakurkeyê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bû û hevrêyên wî, bi çalakiyekî hatin bibîranîn.
Li bajarê Marsilya ya Fransayê, Erdal Tekoşer (Yakup Tuncer) ku di sala 2010’an de li Xakurkeyê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bû û hevrêyên wî, bi çalakiyekî hatin bibîranîn.
Li bajarê Marsilya ya Fransayê, Erdal Tekoşer (Yakup Tuncer) ku di sala 2010’an de li Xakurkeyê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bû û hevrêyên wî yên ku şehadeta wan heman rojê hate ragihandin, bi çalakiyekî hatin bibîranîn.
Çalakiya bîranînê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Marsilyayê hate lidarxistin. Malbatên Şehîdan, nûnerên saziyên welatparêz û gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Çalakî ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê, bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Di bîranînê de Berdevka Malbatên Şehîdan a Marsilyayê axivî û îşaret bi girîngiya xwedîderketina li têkoşîna şehîdan kir û wiha got, “Xwedîderketina li mîrateya têkoşînê ya şehîdan, jiyanîkirina xeyalên wan erka me ya herî mezin e. Em bibiryar in ku têkoşîna wan a jiyaneke azad û bi rûmet ku di oxira wê de canê xwe dan, bidomînin.”
Çalakî bi pêşandana sînevîzyona li ser jiyana şehîd Erdal Tekoşer dewam kir. Di dema pêşandana sînevîzyonê de kêliyên hestiyar hatin jiyîn û çalakî bi axaftinan bi dawî bû.