Şehîd Ciwan Kobanê li Kasselê hat bibîranîn

Li bajarê Kassel ê Elmanyayê ji bo bîranîna şehîd Ciwan Kobanê (Akîf Ehmed) ji aliyê KOMAW’ê ve çalakiya bîranînê hat lidarxistin.

Çalakiya bîranînê di saet 13:00’an de ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan a Kasselê axaftin hat kirin. Di axaftinê de hat destnîşankirin ku hemû şehîd şehîdên gelê Kurd in û soza dilsoziya bi bîranînên şehîdan re hat dayîn.

Di bîranînê de li ser navê malbata şehîd axaftin hat kirin. Malbatê diyar kir ku tevî ku Ciwan gelek caran birîndar bûye jî nexwestiye bi guleyên dijmin şehîd bibe û xwestiye tol ji dijmin hilîne. Çalakiya bîranînê bi dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.

Ciwan Kobanê 12’ê Sibata 2018’an di êrîşa hewayî ya balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû.