Şehîd Bager Nûjiyan li Berlînê hat bibîranîn
Mîchael Panser (Bager Nûjiyan) di 5’emîn salvegera şehadeta xwe de li paytexta Elmanya Berlînê hat bibîranîn.
Mîchael Panser (Bager Nûjiyan) di 5’emîn salvegera şehadeta xwe de li paytexta Elmanya Berlînê hat bibîranîn.
Bîranîn ji aliyê Komuna Ciwanên Enternasyonel ve hat lidarxistin. Meclîsa Jinê ya Dest Dan û Nav Berlîn beşdarî bîranînê bûn.
Bi sedan kes beşdarî bîranînê bûn ku li Regenbogenkîno hat lidarxistin. Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo şehîdên şoreşê destpê kir û bal kişandin ser jiyana Mîchael Panser (Bager Nûjiyan).
Her wiha sînevîzyona ji bo Şehîd Bager hatibû amadekirin hat pêşandan. Hevalên Şehîd Bager helbesta wê xwendin û bîranîn bi muzîk û pêşandana şanoyê dewam kir.
Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Biji Partiya Karkeren Kurdistan‘’ bi dawî bû.
Şehîd Bager Nûjiyan 14’ê Kanûna 2018’an di êrîşên hewayî yên dewlata Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bibû.