Şehîd Arjîn Besra Varto li Marsîlyayê hat bibîranîn
Gerîlaya YJA Starê Arjîn Besra Varto a li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibû, li bajarê Marsîlya ya Fransayê bi tevlîbûna malbata wê hat bibîranîn.
Gerîlaya YJA Starê Arjîn Besra Varto a li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibû, li bajarê Marsîlya ya Fransayê bi tevlîbûna malbata wê hat bibîranîn.
Li bajarê Marsîlya ya Fransayê ji bo Arjîn Besra Varto (Hasîbe Karataş) ku 30’ê Îlona 2024’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibû, taziye û bernameya bîranînê hat lidarxistin.
Piştî taziyeya du rojan, çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Çalakî ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Malbata şehîd, xizmên wê û gelek Kurdistaniyên ku li Marsîlyayê dijîn, tevlî bîranînê bûn.
Di bîranînê de li ser navê malbatê, birayê şehîd Hunermend Seydo Gimgim axivî û wiha got, “Ez di şexsê xwişka xwe Hasîbe Karataş de hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînim û dilsoziya xwe ya bi bîranîna wan re tînim ser ziman. Xwişka min ji bo azadiya gelê Kurd û xaka wan a pîroz, jiyana xwe feda kir. Em wekî malbata wê serbilind in. Tişta ku dikeve ser me ew e ku di rêya wê û hevrêyên wê de bimeşin, girêdayî bîranînên wan bîmînin û têkoşînê bidomînin.”
Nûnera Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan a Marsîlyayê Suzan Varto wiha got, “Şehîdên me ji têkoşîna hebûnê ya gelê me re bûne ronahî, jiyana xwe fedayî azadiya gelan kirine. Heval Arjîn jî li ser vê bingehê ji bo azadiya jinan û civakê têkoşiyaye. Tişta ku dikeve ser me ew e ku têkoşîna civaka azad li cihê wan hiştine, bidomînin.”
Çalakiya bîranînê bi pêşandana sînevîzyona li ser jiyana Şehîd Hasîbe Karataş bi dawî bû.