Di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' ku dostên gelê Kurd 10'ê Cotmehê dan destpêkirin, li Swîsreyê çalakî dewam dikin. Di çarçoveya pêngavê de li bajarê Baden ê kantona Aargaûyê bi pêşengiya endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (CDK) û Meclîsa Jinê ya Rojbîn li ber stasyona navendî ya trenê standa agahdarkirinê hate danîn û belavok hatin belavkirin.
Şaredarê berê yê Badenê Gerî Muller serdana standê kir û axaftineke kurt kir.
Muller got, "Ez doza Kurdan ji nêz ve dişopînim. Min berê hevdîtin bi Kurdistaniyên ji çar parçeyan kir û li nêrînên cuda rast hatim. Kurd di doza xwe de mafdar in. Divê Kurd ti carî baweriya xwe bi dewletên Ewropayê nînin. Ji ber ku her tim Kurd ji bo berjewendiyên xwe bi kar anîne. Ez ê piştgiriyê bidim Kurdan. Min her tim hewl da ku Kurd û Swîsreyiyan li hev kom bikim, bidim nîqaşkirin û çareseriyekê peyda bikim. Bi qasî ku dibînim li gelek welatan rêxistinên cuda yên Kurdan hene. Bi dîtina min divê ev rêxistin li hev kom bibin, stratejiyeke hevpar diyar bikin. Hêviya min a herî mezin ew e ku Kurd bibin yek û bi hev re ji bo çareseriyê têbikoşin."