Şandeya KNK’ê li Stockholmê li dijî dagirkeriyê nameyek radestî Wezareta Derve ya Swêdê kir

Şandeya KNK’ê bi ramanca protestokirina êrîşên dagirkeriya Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê li pêşiya Wezareta Derve ya Swêdê kom bûn û bi daxuyaniyekê bang li hikûmeta Swêd kir ku li ber êrîşan bêdeng nemînin.

 

şandeya ku ji endamên Komisyona Jinan a KNK û hin endamên NCDK-Swêd pêk tê bi armanca protestokirina êrîşên dewleta Tirk a faşîst, li pêşiya Wezarê Karê Derve ya Swêd kom bûn, bi daxwuyaniyekê bang li dewleta Swêd kirin ku li himber kiryarên dewleta Tirk bêdeng nemîne û helwesta xwe nîşan bide.

Daxuyanî ji hêla endama komîsyona jinan a KNK Emîne Rad ve hate xwendin. Emîn Red diyar kir ku divê ji raya giştî ya derve zêdetir dengê Kurdan bilindtir bibe û got: “Divê her kes xwedî helwest be û xwedî li berxwedana gerîla derkeve û dengê xwe li ber êrîşên Tirkiye bilind bike.”

Piştî daxuyaniyê dirûşmên ‘Bijî Yekîtiya Kurdan’ û ‘Bijî Berxwedana Gerîla’ hate qîrkirin.

Piştre jî şandeyê nameya têkildarî çalakiya xwe amade kiribû pêşkêşî Wezareta Karê Derve ya Swêdê kir.