Şahidên komkujiyan li Baselê hatin ba hev
Ji bo bîranîna kesên ku li Mereş, Roboskî û 19’ê Kanûnê hatin qetilkirin, li bajarê Basel ê Swîsreyê panelek hate lidarxistin.
Ji bo bîranîna kesên ku li Mereş, Roboskî û 19’ê Kanûnê hatin qetilkirin, li bajarê Basel ê Swîsreyê panelek hate lidarxistin.
Panel li lokala Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Baselê hate lidarxistin. Nivîskar Azîz Tûnç, şahida Komkujiy Mereşê û Endama Desteya Rêvebera a Swîsreyê ya Federasyona Komeleyên Demokratîk a Mereşê (MARDEF) Fîdan Yildirim, parlamenterê berê yê HDP’ê Ferhat Encu û berxwedêrê rojiya mirinê ya girtîgehê Huseyîn Bozay weke axaftvan beşdarî panelê bûn. Mîne Nazarî moderatoriya panelê kir. Panel ji bo bîranîna kesên ku di komkujiyan de hatine qetilkirin, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
FÎDAN YILDIRIM: CARA YEKEM EZ BEHSA TIŞTÊN KU BI SERÊ MIN HATINE, DIKIM
Di panelê de destpêkê şahida Komkujiya Mereşê ya ku 19’ê Kanûna 1978’an destpê kir, Fîdan Yildirim axivî û wiha got: “Wê demê ez hîna zarok bûm. Mala me bi X a sor îşaret kiribûn. Sibehê ez çûm dibistanê. Li dibistanê êrîşî me kirin. Serê min şikest. Ez hatim malê. Bavê min li mal bû. Cîran jî hatin gel me. Piştre bûyer destpê kirin. Em bi wesayîtekî birin edliyeyê. Li hemberî edliyeyê apartmanek bi 10 daîre hebû ku dapîra min û xalên min lê diman; li ber çavê min ew avahî dan ber agir. Dayika min û bavê min pir bi hêrs bûn. Wê demê Wezîrê Karên Hundir li edliyeyê bû. Bavê min çû odeya ku ew lê dimîne. Piştre bavê min û hin leşker çûn xalê min û dapîra min rizgar kirin. Dema ku xalê min ew ji malê derdikevin, ji avahiya beramberî wê guleyan lê direşînin. Ew gule li leşkeran dikevin, lê hedefa esil xalê min bû.”
Azîz Tûnç jî diyar kir ku Komkujiya Mereşê bi tesadûfî nebû, ji aliyê dewletê ve hate kirin.
Her wiha şahidê komkujiya Girtîgehê jî ku 19’ê Kanûna 2000’an pêk hat û 30 girtî hatin qetilkirin, Huseyîn Bozay jî diyar kir ku êrîşeke nemerdane bû, bi dehan şoreşger hatin qetilkirin.
ENCU: RÊYA RIZGARBÛNÊ BERXWEDAN E
Ferhat Encu jî destnîşan kir ku yekane faîlê komkujiyên ku di dîrokê de qewimîne, feraseta dewleta yek kesî ye. Encu ragihand ku dema ku 19’ê Kanûnê Dayika Teybet hate qetilkirin, cenazeyê wê 7 rojan li kolanê hiştin û diyar kir ku ew bi xwe bû şahid ku malbata wê çi tişt jiyan kirin. Encu wiha got: “Yên ku ev komkujî kirine, hîna nehatine darizandin. Recep Tayyîp Erdogan niha jî bi polîtîkaya bêcezatiyê Kurdan tune dihesibîne. Li vir rêya rizgarbûnê, avakirina şert û mercên berxwedanê ye.”
KOMKUJIYÊN MEHA KANÛNÊ HATIN PROTESTOKIRIN
Li bajarê Basel ê Swîsreyê kesên ku li Mereşê, Roboskiyê û girtîgehan hatin qetilkirin, hatin bîranîn.
Ciwanên ku bi banga Yoûng Strûggle (Ciwanên Têkoşer) li qada Greîfengasse hatin ba hev, piştî deqeyek rêzgirtinê bi Elmanî û Tirkî axivîn. Di axaftinan de wiha hate gotin: “Em ê Komkujiyên meha Kanûnê ji bîr nekin, em ê hesabê ji faşîzmê bipirsin.”
Konfederasyona Karkerên Koçber û Bindest a Ewropayê (Aveg-Kon) têkildarî komkujiyên meha Kanûnê daxuyanî da. Piştî daxuyaniyê çalakî bi dawî bû.