Îtifaqa Azad a Ewropa ku komeke siyasî ya Parlemetnoya Ewropa ku li ser esasê derdorparêz, azadiya takekesî, demokrasiyek dorfireh, pir çandî, sosyal edalet, wekheviya zayendî û çandî ku pêşverû û wekheviyê ji bo xwe esas digire li gel Bloka Milletgerî ya Galîçyayî Ana îranda bi boneya 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser tevna dijîtal daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.
Parvekirinên Îtifaqa Azad a Ewropa wiha ye:
“Ji bo Lîderê Kurdan Abdullah Ocalan ê ji 15’ê Çileya 1999’an û vir ve li girtîgehê tê ragirtin, bi boneya 4’ê Nîsanê 73’emîn rojbûna wî, daxwaza tavilê dawîbûna tecrîdê û azadiya wî dikin.”