Îtalyayî ji bo Kurd û Ûkraynayiyan meşiyan
Li bajarê Lîvorno yê li herêma Toskana ya Îtalyayê, çepgirên li dijî şer ji bo Kurd û Ûkraynayiyan meşiyan.
Li bajarê Lîvorno yê li herêma Toskana ya Îtalyayê, çepgirên li dijî şer ji bo Kurd û Ûkraynayiyan meşiyan.
Li bajarê Lîvorno yê herêma Toskana ya Îtalyayê, çepgirên Îtalyayî bi dirûşma “Ji şer re na“ meşiyan. Partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl û aktîvîstên siyasî; nêzîkê 2 hezar kes tev li meşê bûn. Di meşê de şer û dagirkerî hatin şermezarkirin.
Alîcan Yildiz ê Serokê Heyva Sor ku li ser navê rêxistinên Kurd ku piştgiriya çalakiyê kir, bertek nîşanê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, da. Yildiz, bêdengiya hikûmetên rojavayî jî şermezar kir û ji bo gelê Ûkraynayê jî peyama aştî û yekitiyê da.
Meş, bi banga rêxistinên ANPI, Emergency, Lîbera, ANNPPIA, L' Assocîazîone l'Italîa Palestîna, Mezzalûna Rossa Kurdistan Heyva-Sor, ltalîa Cuba, ltalîa Nîcaragûa, Laboratorîo della Solîdarîetá-Bottega del Mondo, ArcîAtea, ArcîGay, Assocîazîone Evelîna DeMagîstrîs, don Ablondî, amîcî di don Quîlîcî, Mîcrocredîamocî, Assocîazîone Gîbî Centro, Comîtato Pontono San Marco, Lîvorno Porto Pûlîto, î ragazzo di Lîvornesîty hat lidarxistin.