Li bajarê St. Gallen ê Swîsreyê bi tevlîbûna Siyasetmedar Îdrîs Baluken ku di heyeta Îmraliyê ya di salên 2010’an de cih girt, hevdîtina gel hate lidarxistin. Çalakî ji aliyê Konseya Demokratîk a Kurd a Swîsreyê (CDK-S) û Navendên Civaka Demokratîk a Bregenz û St. Gallen ve li Salona Parlamentoya Kantonê ya St. Gallen ve hate lidarxistin.
Di hevdîtina gel de siyaseta Kurd a demokratîk, tecrîda li ser Rêber Apo, krîzên li Rojhilata Navîn û perspektîfên çareseriyê hatin nîqaşkirin. Hevseroka CDK- St. Gallenê Newroz Yildiz û Siyasetmedar Mûrat Mûnzûr bal kişandin ser Banga Aştî û Civaka Demkratîk a Rêber Apo û destnîşankirin ku divê her kes li cihê ku lê ne tevlî vê pêvajoyê bibin.
BALUKEN: FIKRÊN OCALAN NIFTEYA ÇARESERIYÊ YE
Siyasetmedar Îdrîs Balûken di axaftina xwe ya hevdîtinê de diyar kir ku perspektîfa konfederalîzma demokratîk a Rêber Apo modela herî xurt a çareseriyê ya li dijî krîzan e û wiha got: “Birêz Ocalan 25 sal in di bin tecrîdekî giran de ye. Ev tecrîdekî ku li ser îradeya gelekî tê pêkanîn e. Ev tecrîd pêşiya çareseriya demokratîk a li Rojhilata Navîn qepat dike. Ger îro li Tirkiye û Rojhilata Navîn qala çareseriyê were kirin, ev tenê bi muhatap gritina Birêz Ocalan re pêkan bibe.”
Baluken bal kişand ser dabeşkirina çêkirî ya ku sînorên Sykes-Picotê li ser gelan ferz dike û got ku gelê Kurd bi çareseriya demokratîk û têkoşîna aştiyê re van lîstokan xira kriiye. Baluken wiha got: “Rojhilta Navîn kirine nav krîzên piralî. Di navenda van krîzan de bêsitatûbûna gelê Kurd cih digre. Lê gelê Kurd bibiryar e ku vê bêstatûbûnê bi berxwedan, siyaset û rêxistinbûna civakî re derbas bikin.”
AVAKIRINA NETEWEYA DEMOKRATÎK NEÇARÎ YE
Baluken destnîşan kir ku fikrê neteweya demokratîk zemînekî ku gel bi hev re jiyan bikin, pêşkêş dike û wiha got: “Îro bi hev re jiyankirina gelên Rojhilata Navîn tenê bi vê paradîgmayê re pêkan dibe. Fikrên Birêz Ocalan ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gelên li herêmê rêya derketinê ye.”
Nûnerên ku tevlî civînê bûn, hizrên xwe yên têkildarî rakirina tecrîda Îmraliyê û hevdîtina rasterast a bi Rêber Apo re anîn ser ziman. Beşdaran bal kişandin ser tecrubeyên “pêvajoya çareseriyê” ya di navbera salên 2013-2015’an de hate dewamkirin û banga jinûve avakirina diyalogeke wek wê kirin û wiha gotin: “Wîjdana civakê êdî vê tecrîdê qebûl nake. Ji bo şikandina tecrîdê divê di her qadê de têkoşînê mezin bikin.”