Êrîşên li ser Rojava li Torontoyê hatin şermezarkirin

Kurdistanî û dostên wan ên li Torontoyê, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan.

Kurdistanî û dostên wan ên li paytexta Kanada Torontoyê dijîn, ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ji ber Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kanadayê heta Keel Wîlsonê meşiyan.

Girseyê bi pankartên “Şerê Tirkiyeyê yê li dijî Kurdan rawestîne, bêdengiyê bişikîne, qada hewayî ya Rojava bila were girtin” û “Rojava biparêze, ji bo Rojava rabe ser piyan” dest bi meşê kir. Hate destnîşankirin ku wê her tim li qadan bin.