BI DÎMEN

Êrîşên li ser Rojava li Stûttgart û Frankfûrtê hatin protestokirin

Li Stûttgart û Frankfûrtê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyan hatin protestokirin.

Li bajarên Stûttgart û Frankfûrt ên Elmanyayê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyan hatin protestokirin.

STÛTTGART

Li Stûttgartê di çarçoveya kampanyaya “100 hezar qert” a ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin de ji Girtîgeha Îmraliyê re qert hatin şandin.

Piştre Kurdistanî û dostên wan li Qada Kobanê hatin ba hev û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhialtê Sûriyeyê protesto kirin. Di çalakiyê de alên YPG, YPJ, PYD û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan. Di çalakiyê de daxuyanî bi zimanê Kurdî û Elmanî hat xwendin.

Piştre girseyê sirûda “Çerxa Şoreşê” xwend û dirûşmeyên “Em ji mirinê mezintirin”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana YPJ/YPG”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bijî Serok Apo” û “Elmanya fînanse dike, Tirkiye bombebaran dike” berz kirin.

FRANKFÛRT

Li Frankfûrtê jî li ser banga lezgîn a Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Tevgera Jinên Ciwanên Têkoşer (TekoJIN) bi sedan ciwan daketin qadan û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin. Di çalakiyê de alên YPG, YPJ û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.

Di çalakiyê de girseya ciwanan bêyî navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Rojava” û “Bijî berxwedana gerîla” berz kirin.

Di çalakiyê de daxuyaniya bi zimanê Kurdî û Elmanî hat xwendin. Ciwanan bi zimanê Elmanî dirûşmeya “Elmanya fînase dike û dewleta Tirk jî bombebaran dike” berz kirin û gotin ku bêdengiya li dijî êrîşan hevkariya êrîşên dagirkeriyê ye.