Êrîşên li ser Rojava li Dresdenê hatin protestokirin
Li Dresdenê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Kurdan hatin şermezarkirin. Di çalakiyê de hêzên Kurdistanî yên ji bo azadiyê şer dikin, hatin silavkirin.
Li Dresdenê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Kurdan hatin şermezarkirin. Di çalakiyê de hêzên Kurdistanî yên ji bo azadiyê şer dikin, hatin silavkirin.
Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li bajarê Dresden ê Elmanyayê hatin protestokirin.
Çalakî ji aliyê navenda civaka Kurd a demokratîk ve hate organîzekirin. Çalakî li qada Albertplatz bi tevlîbûna Kurdistaniyan hate lidarxistin.
Di çalakiyê de pankarta “Rojava biparêze, Erdogan rawestîne” hate vekirin. Di çalakiyê de Şervanên Azadiya Kurdistanê, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hatin silavkirin.
Di axaftinên hatin kirin de, hate gotin ku êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşan dide ku rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst têk çûye.
Mîtîng bi berzkirina dirûşmeya “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.