Êrîşên li ser Rojava li Berlînê hat protestokirin

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Berlînê hat protestokirin.

Kurdistanî û dostên wan li qada Alexanderplatz ku yek ji qada herî qelebalix a paytexta Elmanyayê Berlînê ye, li hev civiyan û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava protesto kirin.

Endamên Meclîsa Jinan a DEST-DAN, Meclîsa NAV-Berlîn û ATÎK'ê tev li çalakiya bi pêşengiya PYD Berlîn bûn. Hevserokê Meclîsa NAV-Berlînê Huseyîn Yilmaz di çalakiyê de axivî û got: “Li dijî gelên Rojava her roj êrîş tên kirin. Em qebûl nakin ku dewletên Ewropayê li hemberî van êrîşan bêdeng bimînin. Em gelên ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber xwe didin, silav dikin. Divê hemû cîhan bizane ku gelê Kurd wê bi xurtkirina xweparastinê berxwedana xwe bidomîne.”

Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojav” bi daweî bû.