Li Brûkselê mitînga piştevaniyê ji bo xelkê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hat lidarxistin
Kurdistanî bi armanca şermezarkirina êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê li paytexta Belçîka Brûkselê hatin gel hev û mitînga piştevaniyê lidar xistin.
Kurdistanî bi armanca şermezarkirina êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê li paytexta Belçîka Brûkselê hatin gel hev û mitînga piştevaniyê lidar xistin.
Li paytexta Belçîka Brûkselê ji bo şermezarkirina êrîşên komên çekdar ên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li ser Kurdên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, çalakî hat lidarxistin. Çalakî li pêşiya stasyona navendî ya Brûkselê seet 18:00'an destpêkir û nêzî saetek dewam kir. Kurdistaniyan bi rakirina alayên YPJ-YPG-QSD û gelek afîşên ku şermezarkirina êrîşên ser Kurdan vedigot, rakirin. Çalakî bi dirûşmeyên, “Bijî Berxwedana QSD’ê”, “Bijî Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê” destpê kir.
Di çalakiya ku gelek Kurdistanî amade bûn de, Endama Dîplomasiya PYD li Ewropa Arşem
axivî û wiha got: “Em di serî de berxwedana gel û şervanên xwe yên li taxên Eşerefiyê û Şêxmeqsûd bi rêzdarî silav dikin. Ev demeke dirêje ku şereke giran li gelek deverên cûda yên Sûriyê tê meşandin. Bi taybet jî tu hêz neman ku xwe li ber Kurdan neceribandin. Ev gel bi hêza xwe bi berxwedaniya ku nîşanî tevayî cîhanê daye, sîstema xwe ava kir. Bi taybet jî li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ku tu taxên mezin ên bajarê Helebê ne, mînaka berbiçav a şerê gel ê şoreşgerî ye.Ev demeke dirêje ku gel tevî hêza xwe ya parastinê li hember siysetên qirkirin û dorpêçê berxwedaniyeke mezin dike."
Ehmed diyar kir ku jixwe beriya demekê hêzên leşkerî yên YPG-YPJ-QSD bi awayeke fermî ji wan taxan vekişiya bûn û wiha got:" Lê rexmî vêya jî her car bi hincetek êrîşî ser gelê me dikin. Hêzên parastina taxan hene, ji xwe gelek caran ji ber berxwedaniya gel ew hêzên ku îro êrîş dikin reviya bûn. Em her tim dibêjin ku em tu car naxwazin ku pirsgirêk bi riya şer were çareser kirin. Lê heger şerek jî were, her kes dizane ku ev gel xwedî tecrûbeyeke mezin e û ji bo parastina xwe çi ji dest were, wê bike. Daxwaziya me aştî û avakirina Sûriyeyeke demokratîk e. Berxwedaniya duh jî hişt ku hikûmeta veguhêz daxwaza hevdîtinê bike. Ji xwe encam çi dibe bila bibe, em ê tevî gelê xwe heta bi kêliya dawî li ber xwe bidin. Ji ber ku em ê qedera xwe tu carî radestî wan komên çete nekin.”
Pişî axaftina Arşem Ehmed, bi zimanê Fransî jî li ser armanca çalakiyê axaftin hate kirin. Di çalakiyê de bênavber dirûşmeyên, “Bijî Berxwedana QSD’ê”, “Bijî Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê”, “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.