Êrîşên li ser Şengalê li Fransa û Qibrisê hatin şermezarkirin- HAT NÛKIRIN

Li gelek bajarên Qibris û Fransayê êrîşên li ser Şengalê bi dirûşmeya “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan” hatin protestokirin.

Li ser banga Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) û Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E), Kurdistaniyên li bajarê Lîmasol ê Qibrisê û bajarên Parîs û Marîgnan, Toûloûs û Marsîlya yên Fransayê dijîn, êrîşên hêzên girêdayî hikûmeta Kazimî yên li dijî Şengalê protesto kirin.

LÎMASOL

Êrîşên hêzên girêdayî hikûmeta Kazimî yên li dijî Şengalê, weke li gelek welatên Ewropayê, li bajarê Lîmasol ê Qibrisê jî hat protestokirin.

Li ser banga KCDK-E Kurdistaniyên li Lîmasolê li ber Navenda Çanda Kurd a Teofîlos hatin cem hev.

Çalakvanan ku ji vir heta Parka Molozê meşiyan, êrîşên dagirkeriyê yên Iraq û dewleta Tirk şermezar kirin.

Di meşê de bê navber dirûşmeyên "Bijî berxwedana YBŞ", "Bijî berxwedana gerîla", "Bimre xiyanet", "Bijî PKK", "Bijî Serok Apo", "Komara faşîst a Tirkiyê ji Kurdistanê bicehime" û "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan" hatin berzkirin.

Mîtînga ku li Parka Molozê ku rawestgeha dawî ya meşê bû, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Di mîtîngê de li ser armanca çalakiyê daxuyanî hat xwendin, piştre her yek ji siyasetmedarên Kurd Lezgîn Serhat û Kamil Akal axaftinek kirin û bertek nîşanî êrîşan dan.

DRANCY

Li banliyoya Drancy ya herêma Parîsê ya Fransayê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) çalakiyek hate lidarxistin.

Êrîşên artêşa Iraqê yên li ser Şengalê û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê di meşa ku danê êvarê hat lidarxistin de hatin protestokirin.

Ciwanan bertek nîşanî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re dan, pankarta li ser hatibû nivîsandin, “Kurdistanê ji dagirkerî û xiyanetê biparêze” vekirin.

VÎLLÎERS-LE-BEL

Ciwanên Vîllîers Le Bel bi dirûşmeya "Bijî Berxwedana Şengalê" meşiyan.

Bi heman armancê li banliyoya Vîllîers-le-Bel a herêma Parîsê meşek hat lidarxistin.

Di meşa de ku bi pêşengiya TCŞ'ê hat lidarxistin, bê navber dirûşmeyên "Bimre Îxanet" û "Bijî berxwedana Şengalê" hatin berzkirin.

Meş li navenda taxê li ber komeleya Kurdan bi dawî bû.

MARÎGNANE

Êrîşên artêşa Iraqê yên li ser Şengalê bi çalakiya ku TCŞ’ê li Marîgnane ya Marsîlya ya li başûrê Fransayê lidar xistin, hate protestokirin.

Di çalakiyê de êrîşên nû yên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a 17’ê Nîsanê û hevkariya PDK’ê jî hatin şermezarkirin.

Di çalakiyê de TCŞ'ê daxuyaniyeke kin da û got, "Divê her ciwan vê pêvajoyê weke pêvajoya seferberiyê bibîne û li gorî wê tevbigere."

TOÛLOÛSE

Li bajarê Toûloûse yê başûrê Fransayê, êrîşên hikûmeta Bexdayê yên li ser Şengalê û êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi çalakiyekê hatin protestokirin.

Di çalakiyê de timî dirûşmeyên "Kujer Erdogan û alîgirê wî PDK" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.

MARSÎLYA

Kurdistaniyan bi armanca şermezarkirina êrîşên li ser Şengalê li ber Sefaretxaneya DYE ya li Marsîlyayê çalakiyek lidar xistin.

Gel ku saet di 19:00’an de hatin cem hev û çalakiyek lidar xistin. Di çalakiyê de ku saetekê dom kir, dirûşmeyên, “Dagirker, hevkar û xayîn ji Kurdistanê bicehimin” û “Şengal ne bi tenê ye” berz kirin.

Li ser navê Meclîsa Civaka Demokratîk Fethî Tatos axaftinek kir. Tatos di axaftina xwe de bang li raya giştî ya navneteweyî kir ku bêdeng nemîne û xwest ku her dera Ewropayê bibe qada berxwedanê. Piştî axaftina Tatos, çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.