Êrîşên li dijî Rojava li Saabruckenê hatin protestokirin

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rojava li bajarê Saarbrucken ê ê Elmanyayê hatin protestokirin.

Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê bi pêşengiya Meclîsa Gel a Saarbrucken û Meclîsa Jinan ve êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rojava bi çalakiyekê hatin protestokirin. Di çalakiyê de alên PYD, YPG û YPJ’ê hatin hildan. Di çalakiyê de girseya gel bêyî navber dirûşmeyên “Qatîl Erdogan“, “Bijî berxwedana Rojava“, “Şehîd namirin“ û “Bijî Serok Apo“ berz kirin.

Di çalakiyê de 8 welatiyên ji aliyê dewleta Tirk a dagirkerve hatibû şehîdkirin hatin bibîranîn.

Çalakî bi dirûşmeyên “Qatîl Erdogan“, “Şehîd namirin“ û “Bijî berxwedana Rojava“ bi dawî bû.