Êrîşên kîmyewî li Marsîlyayê hatin protestokirin

Kurdistaniyanên li bajarê Marsîlyayê dijîn, li ber Nûnertiya Parlamentoya Ewropayê çalakî li dar xistin û êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk protestokirin.

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, bi banga Konseya Civaka Demokratîk (CDK-F) a bajêr, li ber Nûnertiya Parlamentoya Ewropayê çalakiyeke protestoyî hat lidarxistin.

Kurd û dostên wan her roj li dijî êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk ên li Kurdistanê derdikeve qadan, îro jî ji bo balê bikêşin li ser bikaranîna çekên kîmyewî, cilên spî li xwe kirin û banga vekolînê li welatên Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê kirin.

Di çalakiyê de Hevserokê/a CDK-F’ê axivî û got: “Heta bigihîjîn encamê ew ê terka qadan nekin û banga tevlêbûna meşa navendî ya girseyî ku wê roja Şemiyê saet di 13.00’î de li qada Canabîerê bê lidarxistin, kir.“