Êrîşên dewleta Tirk li Fransayê hatin şermezarkirin

Kurdistaniyên li Fransayê, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li gelek bajaran bi xwepêşandanan şermezar kirin.

Li paytext Parîsê Kurdistanî li ber Strasboûrg Saînt Denîsê li hev kom bûn û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava şermezar kirin.

Kurdistaniyan alên PKK'ê û pankarta bi nivîsa 'Kujer dewleta Tirk' hildan û dirûşmên "Kujer Erdogan" û "Bijî Serok Apo" qîriyan. Her wiha diyar kirin ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk wê qadan neterikînin.

DRANCY

Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li banliyoya Drancy a Parîsê çalakiyeke girseyî hate lidarxistin û êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava hatin şermezarkirin.

Girseya gel ji ber NCDK'ê dest bi meşê kir û bi alên YPG, YPJ'ê heta ber Şaredariya Drancy meşiya.

Di meşê de tim û tim dirûşmên "Kujer Erdogan", "Dewleta Tirk a dagirker", "Bijî Berxwedana Mexmûrê" hatin qîrîn.

Çalakî bi çepik û dirûşman bi dawî bû.

VÎLLENEÛVE

Li Vîlleneûve jî ji NCDK'ê heta Şaredariya Vîlleneûveyê meşek hate lidarxistin. Kurdistaniyan pankarta bi nivîsa "Ji Tirkiye ya faşîst re êdî bes e" hildan û dirûşma "Kujer Erdogan" qîriyan.

VÎLLÎERS LE BEL Û NORMANDIYA

Li banliyoya Vîllîers le Bel a Parîsê gel daket qadan û êrîşên li ser Rojava şermezar kir. Li Normandiyayê jî Kurdistaniyan li qadan êrîş şermezar kirin.

REÎMS

Li bajarê Reîmê yê Fransayê, ji bo şermezarkirina bombardûmana li ser Rojava li ber gar a navendî daxuyaniyek ji çapemeniyê re hate dayin. Daxuyanî bi Kurdî û Fransî hate dayin û bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.