Êrîşa dewleta Tirk ku bi balafira bi çek a bê mirov li Kantona Qamişloyê kir û Hevseroka Kantona Qamişloyê Yûsra Derwêş, alîkara wê Leyman Şiwêş û Firat Tûma qetil kirin, li ber Balyozxaneya Tirk a li bajarê Zurîhê yê Swîsreyê hat protestokirin.
Kurd û dostên xwe ku bi banga Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) û PYD’ê hatin ba hev, ji bo bibîranîna kesên di êrîşên dewleta Tirk de şehîd bûne, rêz girt.
Di çalakiyê de serê pêşîn Emre Aykûtellî daxuyaniya çapemeniyê xwend. Bi pişt re Hevseroka CDK’ê ya Zurîhê Ayşe Dîcle axivî. Dîcle got ku dewleta Tirk jinên ji bo avakirina azadiya jinan û demokrasiyê li pêş bûne, di nav siyasetê de çalak bûne, ji xwe re kirine armanc.
Mehmet Emîn Omar li ser navê PYD ya Swîsreyê, ji rêveberiya Yekitiya Suryanên Ewropayê (ESÛ) Semîr Ozmen û li ser navê Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH) Metîn Yilmaz, di çalakiyê de axivîn. Di axavtinên hatin kirin de banga geşkirina piştevaniya navneteweyî li dijî êrîşên bi armanca dagirkirina Rojava, hat kirin.
Piştî axavtinan ji bo teşhîrkirina dewleta Tirk a qirker, dirûşme hatin berzkirin û çalakî bi dawî bû.
Bi pêşengtiya Konseya a Kurd Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) û Yekitiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S), Kurd û dostên Kurdan, xwe amade dikin ku li şeş bajarên din jî çalakiyên protestoyî li dar bixin.