Bertekên gelê Kurd ên li Swîsreyê li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser binesaziya civakî û qadên jiyanê yên sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef digire, ranaweste. Di dema ku dewleta Tirk a sûcên şer dike, li paytext Bern û Frîboûrgê bi çalakiyan hate protestokirin, banga hişyariyê li raya giştî ya navneteweyî hate kirin.
BERN
Li Bahnhofplatzê bi beşdariya gel û dostên çar parçeyên Kurdistanê çalakiyek hate lidarxistin.
Beriya çalakiyê ku Komîteya Rojava, Pêngava Avhewayê ya Bernê û gelek rêxistinên ciwanên şoreşger ên Swîsreyê amade bûn, ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê di şexsê Feryal Silêman Xalid de ku duh li Kerkûkê di êrîşa çêkdarî de hat qetilkirin deqeyek rêz hate girtin.
Piştre Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Bernê Bûrhan Karakoç axivî û bi bîr xist ku ji ber êrîşên dewleta Tirk 2 hezar û 890 gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di tariyê de mane. Karakoç anî ziman ku her kes berpirsyarên vê yekê nas dikin û got: “Dewleta Tirk li hemû tiştên ku aîdê gelê Kurd e, bêhurmetiyê dike û êrîşên xwe yên hovane û dijmirovahî didomîne."
‘EM Ê BIBIN DENGÊ ROJAVA’
Karakoç bal kişand bi ser êrîşên dawî yên li ser herêmê û got: “Tu navendeke binesaziyê, qada xizmetê û cih û warên sivîlan bê bombe nehiştin. Dixwazin Rojava di tariyê de bihêlin, lê tiştekî ku nizanin heye; gelê Rojavayê gelê hemû Kurdistanê ye, em ê bibin denge wan."
BÊDENGIYA WELATÊN EWROPAYÊ
Karakoç bal kişand bi ser bêdengiya welatên Ewropayê li hemberî êrîşan û wiha dewam kir: “Lê em ê tu carî bêdeng nemînin, em ê bi gelê xwe re piştgiriyê bidin wan û berxwedana xwe bidomînin. Banga me ji hemû gelê Kurd re ye, em Rojava biparêzin, em çar parçeyên Kurdistanê biparêzin, heta ku hemû cîhan bibihîze em dengê xwe bidin bihîstin.”
‘WÊ BERWEDANA ME BIDOME’
Piştî Bûrhan Karakoç, li ser navê PYD'ê Abbas Omer mafê axaftinê girt. Omer anî ziman ku dewleta Tirk hemû kîn û hêrsa xwe li ser gelê Kurd ê sivîl ji ber êşa têkçûna xwe ku gerîlayên ji bo azadiya Kurdistanê têdikoşin derxistiye holê derdixe. Ebas Omer di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk û wiha got: "Dewleta Tirk a qatil di nava hefteyekê de zêdetirî 70 caran êrîşî qadên xizmetê yên ku di nav de zeviyên ceyran, ceh û kargehên genim jî hene. Dixwaze pêwendiya Rojava bi cîhanê re qut bike. Dixwaze siyaseta xwe ya sîxurtiyê bi belavkirina agahiyên nerast di rojeva xwe de bi cih bîne. Em her dem dibêjin serkeftin ya me ye. Tiştekî me nebe jî wê berxwedana me bidome û dengê me bilind bibe."
‘ROJAVA BIPARÊZIN’
Ebas Omer banga hestiyariyê li gelê Kurd û dostên wan ên li Ewropayê kir û wiha got: "Hemû cîhan van rûdanan dibîne lê bêdeng e. Em ê bi qasî ku dijminê xwe şermezar bikin, wan jî şermezar bikin. Ez bang li Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn dikim em xwedî li Rojava derkevin, mil bi mil li ber xwe bidin, hem ji aliyê madî hem jî manewî ve piştgiriyê bidin. Em dijminê xwe têk bibin, bila gelê me bi ser bikeve."
Parlamenterê berê yê HDP’ê Ferhat Encû ku beşdarî çalakiyê bû, bal kişand ser polîtîkayên ku dewleta Tirk 100 sal in ji bo tunekirina hebûna gelê Kurd dimeşîne û wiha got: “Dewleta Tirk ji ser tunekirina gelê Kurdan xwe diparêze. Di van êrîşên dagirkeriyê de ne tenê dewleta Tirk heye. Eger dewleta Tirk a dagirker ewqas êrîşan dike, hêza xwe ji bêdengiya welatên cîhanê digire. Hemû dewletên navneteweyî bi taybetî jî dewletên Ewropayê hevparên van êrîşan in. Divê ev ew baş bizanibin ku bi saya gelê Kurd, bi saya hevalên me yên ciwan û bi şoreşa Rojava barbariya DAÎŞ’ê hat tunekirin. Em ê bêdengiya van dewletan qebûl nekin."
‘EM BI GELÊ KURD RE NE’
Aktîvîstên Greva Avhewayê ya Bernê jî ji ANF'ê re axivîn û banga parastina Şoreşa Rojava kirin ku modela jiyana ekolojîk, azadiya jinê û demokratîk pêşkêş dike û diyar kirin ku ew li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şoreşa Rojava bi gelê Kurd re ne.
Çalakiya ku bi axaftinên li ser navê saziyan berdewam kir, piştî daxuyaniya bi zimanê Elmanî hate xwendin bi dawî bû.
FRÎBOÛRG
Kurdistaniyên li bajarê Frîboûrgê dijîn jî li ser banga Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) li ber stasyona trenê ya navendî li hev civiyan û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li ser esasê qirkirinê şermezar kirin.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê, Hevserokê CDK-Frîboûrgê Orhan Hazar axaftinek kir.
Hazar, demên ku çeteyên DAÎŞ'ê ber bi Kobanê ve diçûn bi bîr xist û got: "Yên ku van barbaran pûç kirin, Kurd û gelê Rojava bûn. Her ku gelê Kurdistanê dixwaze mafên xwe biparêze, dewleta Tirk a dagirker êrîş dike. Ji vê kêliyê û pê ve em dubare dikin ku em ê li hemberî van êrîşên dijmirovahî bêdeng nemînin û em soz didin ku li kolanan bin."
Li ser navê TCŞ û TekoJIN Ozgur Amed axivî û diyar kir ku li tevahiya xaka Kurdistanê şerekî dijmirovahî û qirêj tê meşandin. Amed diyar kir ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi fedaî li ber xwe didin û got: “Gerîlayên Azadiyê li dijî hewldana dagirkeriyê ya ku bi hemû rêbazên teknîkî tê kirin, xwe û gelê xwe diparêze. Ciwanan jî li qadan xwe parastine. Rojava, li hemberî artêşa Tirk a faşîst a ku axa wan dagir kiriye, helwesta xwe ya rast nîşan didin."
‘DEWELTA TIRK A DAGIRKER MEHKÛMÊ TÊKÇÛYÎNÊ YE’
Ozgur Amed, gerîlayên azadiya Kurdistanê yên li dijî dagirkeran çalakiyên şoreşgerî li dar xistin silav kir û wiha bi dawî kir: “Em weke ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn, heta ku ji têkoşîna Gerîlayên Azadiyê re bibe bersiv, em ê her dem piştgiriyê bidin têkoşînê. Ji xeynî vê, em hemû dizanin ku dijmin çiqas derb xwar û çawa cenaze veşart, em dibînin ku leşkerên xwe jî dişewitînin. Lê nikarin veşêrin, Gerîlayên Azadiyê her tiştê dewleta Tirk a faşîst dike yek bi yek eşkere dike. Ji vir em soz didin ku em ê bersiva hevrê û şehîdên xwe bidin. Artêşa Tirk a dagirker ku polîtîkayên şer li dijî mirovahiyê dimeşîne, wê mehkûmê têkçûnê be. Û em jî wek ciwanên Kurd dê her dem li qadan bin.”
Li dû axaftinan, banga çalakiyên ku dê sibe li Qada Helvetîa ya Zurîhê saet 13.00’an û li Lozanê li qada St. Laurentê saet 16.00’an pêk were hate kirin.