Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li Heîlbornn û Bîelefeldê hatin protestokirin

Li bajarên Heîlbronn û Bîelefeld yên Elmanyayê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin.

Li bajarên Heîlbronn û Bîelefeld yên Elmanyayê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê bi çalakiyan hatin protestokirin.

HEÎLBRONN

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê bi pêşengiya Meclîsa Gel a Heîlbronnê bi çalakiyekê hatin protestokirin. Di çalakiyê de alên YPG û YPJ’ê hatin hildan. Girseya gel bêyî navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava“, “Bijî Serok Apo“ û “Qatîl Erdogan“ berz kirin.

Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û bal kişandin bi ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker. Di çalakiyan de banga geşkirina têkoşînê hat kirin.

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

BIELEFELD

Li bajarê Bielefeldê jî Kurdistanî û dostên wan derketin qadan û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyekê hatin protestokirin.

Girseya gel li ber rawestgeha trenê ya navendî civiyan, alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, YPG û YPJ’ê hildan. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“, “Bijî berxwedana Rojava“ û “Qatîl Erdogan“ hatin berzkirin.

Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û êrîşên dewleta Tirk a dagirker hatin protestokirin.

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.