Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li Bremen û Evryê hatin protestokirin
Li bajarê Bremen ê Elmanyayê û banliyoya Evry a paytexta Fransa Parîsê êrîşê dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava hatin protestokirin.
Li bajarê Bremen ê Elmanyayê û banliyoya Evry a paytexta Fransa Parîsê êrîşê dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava hatin protestokirin.
Li bajarê Bremen ê Elmanyayê û banliyoya Evry a paytexta Fransa Parîsê êrîşê dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava hatin protestokirin.
BREMEN
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û aktivîstên Defend Kurdistan li bajarê Bremen ê Elmanyayê bi meşekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava protesto kirin.
Ciwanên li qada Leibnitzplatzê hatin ba hev, ji bo giyanê welatiyên di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne deqeyek rêz girtin. Ciwanan piştre dest bi meşê kir û heta Hauptbahnhofê meşiyan. Di meşê alên YPG, YPJ û PYD’ê hatin hildan. Ciwanan di çalakiyê de bêyî navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“, “Bijî berxwedana Rojava“ û “Hoch die internationale Solidaritat” berzkirin.
Piştî meşê li heman qadê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku dewleta Tirk bi çekên ku ji welatên endamên NATO'yê bi taybet Elmanya bi dest xistiye êrîşî Rojava dike û ji ber vê yekê jî em dixwazin ev yek bi dawî bibe.
Di daxuyaniyê de hat ji dewleta Elmanyayê hat xwestin ku têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re bi dawî bike.
Daxuyanî bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" û "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.
EVRY
Li banliyoya Evry a paytexta Fransa Parîsê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava bi çalakiyekê hatin protestokirin. Di çalakiyê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, YPG û YPJ’ê hatin hildan. Girseya gel di çalakiyê de timî dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava“, “Qatîl Tirkiye-Erdogan“ û “Bijî Serok Apo“ berz kirin.
Çalakî bi rêzgirtina ji bo giyanê welatiyên di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne dest pê kir. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Rêveberê Komeleya Çanda Kurd a Demokratîk Adil Amed ve hat xwendin. Amed anî ziman ku dewleta Tirk hebûna xwe li ser qirkirina Kurdan ava kiriye û bi dijminatî, kîn û qetlîamên Kurdan re xwe afirandiye. Amed, bi domdarî wiha got: "Li herêmên herî bilind ên Kurdistanê ku gur jî nikarin bijîn, leşkerên Tirk çi dikin? Başûrê Kurdistanê ji aliyê şebekeya xiyanetê ya PDK'ê ve radestî dewleta Tirk hat kirin. Yekane astengiya li pêşiya Yekîtiya Neteweya Demokratîk a Kurd, PDK'ê bi xwe ye.“
Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.