BI DÎMEN

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li Amsterdamê hat protestokirin

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyeyê li Amsterdamê hat protestokirin.

Li paytexta Hollanda Amsterdamê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyekê hatin protestokirin. Bi dehan Kurdistanî li ber Îstgeha Centraalê hatin ba hev. Girseyê alên YPG, YPJ û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan. Girseyê bêyî navber dirûşmeyên “Qatîl Erdogan”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.

Di çalakiyê de axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hate gotin ku dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwaze Kurdan di qirkirinê re derbas bike. Axaftvanan got ku divê dewlet Tirk a dagirker li DMMY’ê bê darizandin.