Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava li Brukselê hat protestokirin

Li paytexta Belçîka Brukselê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava bi çalakiyekê hat protestokirin.

Kurdistaniyên li paytexta Belçîka Brukselê dijîn, bi ser banga Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) derketin qadan û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava bi çalakiyekê li ber Parlamentoya Ewropayê protestokirin. Girseya li qada Place Luxsembourgê hatin ba hev, alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, YPG, YPJ û wêneyên welatiyên di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de hatine qetilkirin, hildan. Di çalakiye de bêyî navber dirûmşeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Rojava ne bi tene” û “Qatîl Erdogan” berz kirin.

Di çalakiyê de ji bo giyane şehîdan deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hate gotin ku Erdoganê qatîl û faşîst qaşo qala mafê mirovan, mafê gelên Filîstînê dike, lê ew bi xwe Kurdan qetil dike û bi hovanî êrîşî qadê jiyanê yê gelê Rojava dike. Bi domarî wiha hate gotin: “Em bang li raya giştî ya cîhanê dikin ku li hemberî sûcên şer ên Erdogan bêdeng neminin. Dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên li ser Rojava dixwaze têkçûna xwe ya li hemberî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê veşêre. Van êrîşan dixwaze raya giştî ya Tirkiyeyê bixapîne.”

Di axaftinan de bêdengiya saziyên navneteweyî hat şermezarkirin û banga piştevaniya bi Rojava re hat kirin.

Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Rojava ne bi tene”, “Qatîl Erdogan” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.