Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li Lefkoşayê hatin protestokirin
Kurdan û dostên wan êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava li Lefkoşayê protesto kirin.
Kurdan û dostên wan êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava li Lefkoşayê protesto kirin.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava li paytexta Qibris Lefkoşayê bi pêşengiya nûneriya PYD’ê ya Qibrisê û Navenda Çanda Kurd a Teofîlos hatin protestokirin.
Kurd û dostên wan li ber Wezareta Karên Hundir a Lefkoşayê hatin ba hev û ji vir bi konvoya wesayîtan ber bi balyozxaneya Emerîkayê ve ketin tevgerê.
Di konvoya wesayîtan de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PYD, YPJ, YPG’ê hatin hildan. Gelê Qibrisê jî di dema derbasbûna konvoya wesayîtan de bi çepikan piştgirî dan çalakiyê.
Li balyozxaneya DYE’yê bi nûnerên PYD’ê re hevdîtinek pêk hat. Di hevdîtinê de têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker, dosyayek hate radestkirin.
Piştî hevdîtinê nûnerê PYD’ê yê Qibrisê, Yasîn Terbûş axivî û diyar kir ku divê her kes xwedî li Rojava derkeve.
Piştre çalakvan ber bi balyozxaneya Rûsyayê ve meşiyan û li ber balyozxaneyê mîtîngek lidar xistin. Nûnerên PYD’ê hewl dan hevdîtinekê pêk bînin, lê rayedarên balyozxaneya Rûs hevdîtin qebûl nekirin.