Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li Kielê hatin şermezarkirin
Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, li bajarê Kiel ê Elmanyayê hatin şermezarkirin.
Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, li bajarê Kiel ê Elmanyayê hatin şermezarkirin.
Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser herêmên Zap, Metîna û Avaşînê, li bajarê Kiel ê Elmanyayê bi meş û mîtîngekê hatin şermezarkirin.
Di çalakiyê de ku bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.
Ji Navenda Civaka Demokratîk a Kielê Şîrîn Farqîn beriya destpêkirina meşê axivî û got, "Li dijî polîtîkayên dagirkerî û têkbirinê, meşa azadiyê ya gelê Kurd dewam dike."
Farqîn diyar kir ku ti hêz wê nikaribe hezkirina gelê Kurd a ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biqedîne û destnîşan kir ku li dijî polîtîkayên tecrîd û dagirkeriyê wê li her qada jiyana têkoşîn dewam bike.
Di meşê de ku jin li refên herî pêş bûn tim û tim dirûşmên "Bijî berxwedana PKK'ê", "Bijî Serok Apo", "Terorîst Erdogan" hatin qîrîn.
Di meşê de li dijî tecrîd û êrişên dagirkeriyê pankart û dowîz hatin hildan.