BI DÎMEN

Êrîşên dagirkeriyê li Saarbûcken û Viyanayê hat protestokirin - NÛ BÛ

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojavayê Sûriyeyê li bajarê Saarbrucken a Elmanyayê û paytexta Awûstûrya Viyanayê hatin protestokirin.

Li bajarê Saarbrûcken ê Elmanyayê bi armanca protestokirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mîtîngek hate lidarxistin.

Di çalakiya ku bi dehan Kurdistanî li ber Europagalerîeyê hatin cem hev, dirûşmên "Bijî Rojava", "Bijî Serok Apo", "Bimre dagirkerî" û "Qatil Erdogan" berz kirin.

VIYANA

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi meşekê êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker hatin protestokirin. Gelek Ciwanên Kurd tevlî meşê bûn. Di meşê de alên YPG û YPJ’ê hatin hildan.

Ciwanên tevlî meşê bûn, diyar kirin ku dewleta Tirk  a dagirker sûcê şer dike û bêdengiya dewletên Ewropayê şermezar kirin.

Di meşê de bêyî navber dirûşmeyên "Bîjî Serok Apo", "Bijî berxwedana gerîla", "Bijî berxwedana Rojava" û "Gelê Rojava ne bi tenê ye" hatin berzkirin.