Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’
BI DÎMEN

Êrîşên dagirkeriyê li pêşiya PE’yê hatin protestokirin

Li Marsîlyayê li pêşiya Parlamentoya Ewropayê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagiker hatin protestokirin.

Girseya ku li bajarê Marsilya yê Fransayê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan li pêşiya Parlamentoya Ewropayê li hev civiyan, êrîşên çeteyên Artêşa Neteweyî ya Sûriye (SMO) yên bi piştgiriya Tirkiye yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin.

Di çalakiyê de hate destnîşankirin ku di êrîşên li ser herêmên Minbic, Eyn Îsa û Kobanê bi taybet Rojava de jin, zarok û sivîl têne qetilkirin.

Di çalakiyê de êrîşên hovane yên dewleta Tirk û çeteyên DAÎŞ’ê yên bi maskeya SMO’yê hatin şermezarkirin. Kesên ku di êrîşa liser nexweşxaneyeke Minbicê de jiyana xwe ji dest dan, hatin bibîranîn û ji bo hemû şehîdên QSD, YPG û YPJ’ê deqîqeyek rêz hat girtin. Çalakvanan diyar kirin ku ew ê dilsozê bîranîna şehîdan bin û têkoşînê mezin bikin.

Di çalakiyê de danezana bi Fransî hate xwendin û hate diyarkirin ku erka mirovahiyê ye ku li dijî êrîşan bi ruhê seferberiyê dakevin qadan û bersivê bidin. Her wiha bang li raya giştî ya navneteweyî hate kirin ku li dijî van êrîşên qriker bikevin nava lîv û tevgerê.